Îsal ji Bakurê Kurdistanê bi 6,5 milyar dolaran hinarde hatiye kirin

Ji 9 bajarên Bakurê Kurdistanê di 7 mehên destpêkê yên sala 2023an de bi bihayê 6,5 milyar dolaran hinarde hatiye kirin.

18.08.2023, Cum - 12:24

Îsal ji Bakurê Kurdistanê bi 6,5 milyar dolaran hinarde hatiye kirin
Nuçe Belav bike

Serokê Yekitiya Hinardekarên Berhemên Dexlûdan a Başûrê Rojhilatê Anadoluyê Celal Kadooglu, amarên hinardeya ji Bakurê Kurdistanê ragihandin.

“Bi bihayê 6,5 milyar dolaran hinarde hatiye kirin”

Li gorî van amaran, îsal ji 1ê Kanûna Paşîn heta bi 31ê Tîrmehê, ji Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ku 9 parêzgehên Bakurê Kurdistanê li xwe digire, bi bihayê 6,5 milyar dolaran hinarde hatiye kirin.

"Li cîhanê di gelek sektoran de sistbûnek heye"

Celal Kadooglu got li ser hinarde/îxracata Bakurê Kurdistanê got:

“Li cîhanê di gelek sektoran de sistbûnek heye lê di sektora xorakan de ev sistbûn nîne.

7 mehên destpêkê yên sala 2023yan, ji Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bi 6,5 milyar dolaran hinarde hatiye kirin.

2,1 milyar dolarê vê hinardeyê ji aliyê sektora berhemên dexlûdan ve hatiye kirin. Ew jî dike ji sedî 32,5ê hemû hinardeya herêma me.”

Herwiha Yekitiya Hinardekarên Berhemên Dexlûdan a Başûrê Rojhilatê Anadoluyê îsal bi bihayê 240 milyon dolarî piskewît û pasta hinardeyî Herêma Kurdistanê, Îraq, Erebîstana Siûdî, Libya, Belçika û Îsraîlê kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 338 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:15:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x