Ji Hewler ji Bexdara şerte neftê

Sekreterê encumena wezîran ya Herêma Kurdistanê, Amanc Rehîm ragihand, şandeka Wezareta Petrola Iraqê bi hikûmeta Kurdistanê re hevdîtin kiriye.

17.01.2018, Çar - 14:23

Ji Hewler ji Bexdara şerte neftê
Nuçe Belav bike

Sekreterê encumena wezîran Amanc Rehîm ji BasNewsê re got, duhî li Hewlêrê şandeka Wezareta Petrola Iraqê bi rayedarên hikûmeta Kurdistanê re hevdîtin kir. Di civînê de bi berfirehî li ser hinartina nefta Kurdistanê hat axaftin.

Amanc Rehîm her wiha got, şanda Kurdistanê ji şanda Iraqî re ragihand ku eger Bexda pişka bûdceya Kurdistanê bide wê çaxê Kurdistan amade ye petrola xwe bide Bexdayê û bi rêya şîrkefta SOMO bifroşe.

Sekreterê encumena wezîran li ser mûçeyê wezaretên Tenduristî û Perwerde yên Kurdistanê jî got, xebatên di wî warî de didomin û nûnerên wan wezaretan dê îro yan sibê serdana Bexdayê bikin û li ser hinek tiştên teknîkî bi rayedarên Bexdayê re hevdîtin bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1458 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:25:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x