Ji sedî 75ê şîşên Herêma Kurdistanê bo naverast û başûrê Iraqê tên hinardekirin

Salane nêzîkî 3 milyon ton şîş li Herêma Kurdistanê tê berhemanîn, di demekê pêwîstiya navxweyî jî nêzîkî 500 hezar ton e, lewma ji sedî 75 ji wê berhemê, bo ji naverast û başûrê Iraqê tê hinardekirinê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi mebesta giringîpêdana bi berhemên navxwe, baca 30 dolar daniye ser her tonek şîş ku tê hawerdekirin.

23.08.2023, Çar - 10:19

Ji sedî 75ê şîşên Herêma Kurdistanê bo naverast û başûrê Iraqê tên hinardekirin
Nuçe Belav bike

Salane nêzîkî 3 milyon ton şîş li Herêma Kurdistanê tê berhemanîn, di demekê pêwîstiya navxweyî jî nêzîkî 500 hezar ton e, lewma ji sedî 75 ji wê berhemê, bo ji naverast û başûrê Iraqê tê hinardekirinê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi mebesta giringîpêdana bi berhemên navxwe, baca 30 dolar daniye ser her tonek şîş ku tê hawerdekirin.

Li meydana fiotana şîş li Hewlêrê, şîşên navxwe û yên ji derve tên hawerdekirin, tên firotin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê baca 30 dolar bac daniye ser her tinek şîşê ya ku ji derve tê kirin. Şîşê hawerdekirî bi 610 dolar e, lê nirxê şîşên navxweyî jî nêzîkî 675 dolar e. Bazirganekî şîş jî dibêje: “Kalîteya şîşên navxwe gelekî ji şîşên hawerdekirî baştir e.”

Bazirganê şîş Bekir Qadir ji ajansa K24ê re ragihand: “Eger ne ji nirxê wî yê giran bûya, piraniya welatiyan şîşên navxweyî dikirin, ji ber ku kalîteya wan baştir e.”

Kompanyaya Şîş a Hewlêrê ku yek ji mezintirîn kargehên şîş e li Herêma Kurdistanê, şîşên 8 mm û heta 32 mm bi hesinên xwecihî berhem tîne û zêdetirî hezar derfetên kar rasterast û nerasterast ji welatiyan re peyda kiriye. Her sal şiyana berhemanîna wê 700 hezar ton heye. Xwediyê kargehê jî dibêje, piştî ku bac li ser şîşên ji derve tên hatiye danîn, firotina kargehê zêde bûye.

Xwediyê kargeha şîş li Hewlêrê Şiwan Geliyawa ragihand: “Di dem borî de, ji ber hawerdekirina şîş ji derve, em rastî pirsgirêkan hatin. Piştî ku me nîgeranî û nerazîbûna xwe gihande aliyên peywendîdar, bac li ser şîşeyên hawerdekirî hatin zêdekirin. Piştî cîbicîkirina vê biryarê jî, berhemanîna navxweyî zêde bû.”

K24
Vî nûçeyê tevayî: 218 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:12:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x