Ji Wezareta Perwerde û Tendirustiyê du heyet îro serdana Bexdayê dikin

Hat ragihandin ku ji Wezareta Perwerde û Tendirustî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê du heyet îro serdana Bexdayê dikin.

03.01.2018, Çar - 07:34

Ji Wezareta Perwerde û Tendirustiyê du heyet îro serdana Bexdayê dikin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên berdest, ji Wezareta Perwerde û ji Wezareta Tendirustiyê du heyet ji bo hevdîtin û axaftina lîsteya mûçeyên karmendan îro serdana Bexdayê dikin.

Midûra Plansazî yê Wezareta Tendirustî ya Kurdistanê Viyan Muhammed di axaftina xwe de rgaihand ku me lîsteya mûçe ya karmendên Wezareta Tendirustiyê amade kir. Îro bi nûnerên Wezareta Perwerdeyê re em ê serdana Bexdayê bikin.

Li gor agahiyan roja pêncşemê jî li Wezareta Plansazî ya Iraqê heyetên Hewlêr û Bexdayê ji bo hevdîtinan wê civîneke dualî li dar bixin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1544 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:46:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x