Rêveberiya Xweser 100 hezar ton tovê genim li cotkaran belav dike

Kompanyaya Pêşxistina Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di demsala çandiniyê ya 2023-2024an de, dê 100 hezar ton tovê genim li cotkaran belav bike.

17.10.2023, Sal - 12:46

Rêveberiya Xweser 100 hezar ton tovê genim li cotkaran belav dike
Nuçe Belav bike

Kompanyaya Pêşxistina Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Rêveberiya Xweserê da zanîn ku heta niha 44 hezar ton tovê genim hatiye amadekirin.

Şêwirmendê Saziya Giştî ya Zêdekirina Tovan a girêdayî Kompanyaya Pêşxistina Çandiniyê Mihemed Mamê diyar kir ku wan dest bi belavkirina tov kiriye.

Mihemed Mamê li ser corên genim jî got: "Tovê nerm û hişk heye.

Tovê nerm wekî 7 corên bi navên Doma 2, Doma 6, Doma 4, Rojava 2, Rojava 4 û Pamîra hatine cudakirin.

Tovê hişk jî wekî 8 corên bi navên Şam 7, Bihûs 7, Şam 10, Şam 9, Şam 3, Rojava 1, Rojava 3 û Bihûs 11 hatine cudakirin.”

Mamê ragihand ku bihayê her toneke genim 430 dolarî ye lê ji bo cotkarên ku tov bi deyn dibin her tonek bi 530 dolarî hatiye destnîşankirin.

Li gorî Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser li Bakurrojhilatê Sûriyê, demsala çandiniyê ya 2022-2023yan, li navçeyên wan 4 milyon û 510 hezar û 112 donim genimê avî û 209 hezar û 875 donim genimê bejî hatiye çandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 392 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:23:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x