Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Çandinî dibe stûna Kurdistaneke bihêztir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê dike ku “çandinî dibe stûna Kurdistaneke bihêztir” û bernameya rahênana niştimanî jî dê sûdê ji hezar cotkarên Kurdistanê re bîne.

09.08.2023, Çar - 10:52

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Çandinî dibe stûna Kurdistaneke bihêztir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9ê Tebaxa 2023an li tora civakî ragihand, bernameya rahênana niştimanî jî dê sûdê ji hezar cotkarên Kurdistanê re bîne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di beşeke din a peyama xwe de tekezî li wê kir jî: “Çandinî dibe stûna Kurdistaneke bihêztir.”

Weke ku di peyama Serokwezîr de hatiye gotin, bernameya rahênana niştimanî dibe sedema zêdekirina asta berhemanînê, pabendbûna bi standardên navdewletî û bestina cotkarên Kurdistanê bi bazarên navdewletî.

Ev peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî di demekê de ye, roja 7ê Tebexa 2023an, merasîma îmzekirina girêbesta hinartina 5 hezar ton petateyan di navbera sermayedar û bazirganên Herêma Kurdistanê û Îmaratê de li Hewlêrê hat îmzekirin. Di vê çarçoveyê de jî, 120 ton petateyên Herêma Kurdistanê bo Îmaratê hat şandin.

Berdevkê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hîwa Elî ji K24ê re ragihand, roja 31ê Tîrmeha 2023an jî 300 ton petate bi 8 konteyniran bo welatên kendavê hat hinardekirin.

Di çarçoveya planên stratejîk ên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo dabînkirina ewlehiya xwarinê û giringîdana bi sektora çandiniyê û bazarkirina berhemên cotkaran, di çar salên borî de berhemanîna petateyan 200 hezar ton zêde bûye û îsal giheştiye nêzîkî 600 hezar ton.

Di heyama çar salên borî de, piştevaniya Kabîneya Nehem ji bo sektora çandinî û cotkaran bi awayekî berçav zêde bûye, qebareya veberhênanê di vê sektorê de ji %1.8 bo %8ê ji qebareya veberhênan giştî ya Herêma Kurdistanê zêde bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 215 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:19:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x