Wezareta Samanên Xwezayî: Nabe bê razîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê gaza zeviyên Herêma Kuristanê ji bo çi cihekî bê veguhastin

Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha gaza pêdivî ji bo westgehên berhemanîna karebayê li Herêma Kurdistanê dabîn nekiriye. Herwesa amaje daye ku nabe bê razîbûna wan gaza zeviyên Herêma Kuristanê ji bo çi cihekî navxwe û derve bê veguhastin.

07.11.2023, Sal - 08:56

Wezareta Samanên Xwezayî: Nabe bê razîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê gaza zeviyên Herêma Kuristanê ji bo çi cihekî bê veguhastin
Nuçe Belav bike

Roja Duşemê, 6ê Mijdara 2023ê, Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ronkirinekê de, li ser gotgotka temamkirina kêşana boriyeke gazê ji zeviya Kormorê, amaje daye, “li dû peymana me bi kompaniya Danagazê re, bi çi rengan ji bo wê nîne bê razîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê gazê ji zeviyên Herêma Kurdistanê bo çi cihekî din veguhêze”.

Herwesa Wezareta Samanên Xwezayî ragehandiye ku heta niha gaza pêdivî ji bo westgehên berhemanîna karebayê li Herêma Kurdistanê dabîn nekiriye.

Di wê ragehandinê de hatiye, “Ew boriya ku di ragehandinan de behsa wê hatiye kirin li salên 19980an hebûye û kompaniya Danagazê pêştir ji bo veguhastina kondînîstê bi kar aniye.

Herwesa Wezareta Samanên Xwezayî behsa wê yekê jî kiriye ku wan di civîna roja 2ê Cotmeha 2023ê de bi rengekî fermî gotiye kompaniya Danagazê, nabe bê razîbûna Wezareta Samanên Xwezayî a Hikûmeta Herêma Kurdistanê gazê ji zeviyên Herêma Kurdistanê bo çi cihekî navxwe û derve veguhêze.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 327 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:38:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x