Yekem banka hikûmî li Herêma Kurdistanê tê vekirin

Li ser fermana Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, Banka Niştiman wek yekem banka hikûmî li Herêma Kurdistanê hat tomarkirin.

21.09.2023, Per - 11:59

Yekem banka hikûmî li Herêma Kurdistanê tê vekirin
Nuçe Belav bike

Rêveberê Giştî yê Tomarkirina Kompanyayan li Herêma Kurdistanê Bilind Mihemed ji K24ê re ragihand, îro 21ê Îlonê li ser fermana Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, Banka Niştiman wek yekem banka hikûmî li Herêma Kurdistanê hat tomarkirin ku kompanyayeke giştî û bankî ya hikûmî ye û pêwendiya wê ya rasterast ligel Banka Navdewletî ya Iraqê heye.

Got jî: “Hemû taybetmendî û asankariyên Banka Cîhanî li Banka Niştiman heye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê mebesta wê ew e ku karmend sûdê ji xizmetên vê bankê werbigirin. Ev jî dê asankariyê bide şandina pere û bûdceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, ku pêwîstî bi pevguhertina pere û hin tedbîrên din nîne. Wek Banka Navendî, sîstema bankî û sîstema mûçexwaran tê de heye.”

Bilind Mihemed diyar kir, “Ev kompanya wek kompanyayeke giştî hatiye damezrandin, pêştir beşek ji rêkarên wê ji Banka Navendî ya Iraqê dest pê kirine. Desteya Damezirîner jî ji Wezîrê Darayî û hejmarek endamên din pêk tê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 578 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:14:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x