Ji operasyona li dijî Idlibê re hindik ma!

Hat ragihandin ku Artêşa Sûriyê, ji bo operasyona li dijî Idlibê amadekariyên xwe xilas kirin. Operasyon wê di nîvê Êlûnê de dest pê bike.

02.09.2018, Paz - 09:16

Ji operasyona li dijî Idlibê re hindik ma!
Nuçe Belav bike

Hinek çavkaniyên li derdora Wezîrê Karên Parastinê yê Sûriyê Alî Abdullah Eyûb ragihandin ku operasyon wê di nîvê Êlûnê de dest pê bike û ber bi Rojavayê Sûriyê ve biçe.

Di çapemeniya Rûsyayê de jî di derbarê operasyonê de hinek agahî hatin parvekirin. Li gorî van agahiyan, heke komên girêdayî El-Qaîdê û El-Nusrayê teslîmî artêşa Sûriyê nebin, di 15ê Êlûnê de li dijî wan operasyon wê were destpêkirin. Di destpêkê de operasyon wê li Cisr el Şugur û Geliyê Gabê dest pê bikin. Piştre jî wê ber bi Han Şeyhûn û El-Numanê ve bimeşin. Bi vî rengî Artêşa Sûriyê wê rêyên Heleb-Hama-Lazkiyê têxe bin qontrolê de.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1301 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:55:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x