Hejmara pêketiyên Koronayê careke din li Herêma Kurdistanê zêde dibe

Li gorî amarên Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, hejmara pêketiyên bi vîrûsa Koronayê li Herêma Kurdistanê careke din zêde dibe.

26.06.2022, Paz - 08:00

Hejmara pêketiyên Koronayê careke din li Herêma Kurdistanê zêde dibe
Nuçe Belav bike

Di çend mehên borî de, amarên pêketina bi Koronayê li Herêma Kurdistanê gihîştibû sifirê, lê belê careke din hejmara pêketiyan zêde bûye.

Li gorî amarên 24 demjimêrên borî, 3083 test ji welatiyan re hatine kirin û ji wan 163 kes bi Koronayê ketine.

Wek di amarên Wezareta Tendirustiyê de hatiye, hejmara pêketiyan li parêzgehên Herêma Kurdistanê wiha ne:

Hewlêr: 61 pêketî

Silêmanî: 11 pêketî

Duhok: 91 pêketî

Ev yek piştî wê, di çend rojên borî de, Wezareta Tenduristiyê ya Federal ragihand ku pêleke nû ya vîrûsa Koronayê li Iraqê belav bûye û hejmara pêketiyan zêde bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 493 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:01:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x