Li Silêmaniyê nêzî 10 kesan bi nexweşiya kolerayê ketine

Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Silêmaniyê aşkere kir, li Silêmaniyê nêzî 10 kes bi nexweşiya kolerayê ketine.

31.08.2023, Per - 11:15

Li Silêmaniyê nêzî 10 kesan bi nexweşiya kolerayê ketine
Nuçe Belav bike

Cîgirê Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Hêriş Seyid Selîm ragihand, “Piştî zêdebûna haletên zikçûn û vereşînê, me testa nexweşan kir û ji bo piştrastkirinê şandin Bexdayê û derket ku 10 kes bi nexweşiya kolerayê ketine.”

Dr. Hêriş got jî: “Em piştrast in ku hin nexweşên ku di bin çavdêriya de ne û tûşî zikçûn û vereşînê bûne, bi nexweşiya kolerayê ketine.

Herwiha daxwaz ji welatiyan kir ku pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji pakiya xwarinan.

Dr. Hêriş got jî: “Bi zêdebûna nexweşiyên zikçûn û vereşînê re, me pêşbînî kir ku kolera belav bibe û halet zêde bibin, me dermanên pêwîst ji bo dermankirina kolerayê li nexweşxaneyan dabîn kir.”

Herwiha da zanîn: “Me ji Wezareta Tenduristiyê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê xwest ku testan zêde bikin û di kontrolkirina çavkaniyên avê de hevkariyê bikin. Ji bo kontrolkirina kolerayê pêwîstiya me bi alîkariya madî û lojîstîkî heye. Divê hemû sektor bi me re hevkariyê bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 291 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:53:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x