Li wî bajarê Kurdistanê nexweşî belav bû; zêdetirî 200 kesan bi jehrî ketin

Li nahyeya Dînarte ya navçeya Akrê ya Duhok a Herêma Kurdistanê 214 kes bi zikçûn û tayê ketin.

27.02.2023, Pts - 13:56

Li wî bajarê Kurdistanê nexweşî belav bû; zêdetirî 200 kesan bi jehrî ketin
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Tendirustiya Akrê daxuyaniyek belav kiriye û dibêje, komîteyekê serdana navçeyê kiriye û nimûneyên ava vexwarinê anîne da ku pişkinînê bikin û piştre wê sedemên nexweşketina wan 214 kesan diyar bibin.

Welatî Silêman Alî yê ku bi jehrî ketiye got, “Destpêkê dilê meriv têk diçe, zik diêşe û diçe, tu dibêjî bi daran li dest û lingên te dane. Rewşa me niha baş e lê ez hîn baş nebûme.”

Kesên ji temenên cuda pê ketibûn lê herî zêde li taxên cuda yên Dînartê bandor li zarokan kiribû.

Welatî Mihemed Omer anî ziman, “Şevê ku ez ji mizgeftê hatim em ketin, pêşî ev ket, paşê yê din, ez jî nexweş ketim, şeva li ser Şemiyê ev jî ket. Derman û derzî dane me.”

Rêveberiya Tenduristiyê ya Akrê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ti nexweş li nexweşxaneyan nehatine razandin, derman ji wan re hatiye dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 345 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:24:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x