Rêveberiya Xweser bê beramber xizmetguzariyên tendirustiyê pêşkêş dike

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a li Kobanî ragihand, ku ew xizmetguzariyên tendirustî bê beramber pêşkêşî xelkê dikin.

10.01.2023, Sal - 07:02

Rêveberiya Xweser bê beramber xizmetguzariyên tendirustiyê pêşkêş dike
Nuçe Belav bike

Hevseroka Desteya Tendirustiyê ya li Kobanî û Eyn Îsayê Ezîze Îbrahîm da zanîn, wan 4 nexweşxane, 13 navendên tendirustiyê û 15 xalên tendirustiyê li Kobanî û Eyn Îsayê vekirine.

Ezîze Îbrahîm ragihand ku bi taybetî li Nexweşxaneya Watanî ya Kobaniyê hemû beş tê de hene.

Herwiha Îbrahîm diyar kir ku hemû xizmetguzariyên li nexweşxane û navendên tendirustiyê bê beramber in, tenê neştergeriya dil bi nirxekî kêm ji bo nexweşan tê kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 229 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:03:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x