Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo dermankirina nexweşên talasemiyê nêzî 3 milyar dînar terxan dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî da li ser terxankirina nêzîkî 3 milyar dînar ji bo dabînkirina derman û pêdiviyên bijîşkî ji bo nexweşên talasemiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

23.07.2023, Paz - 19:01

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo dermankirina nexweşên talasemiyê nêzî 3 milyar dînar terxan dike
Nuçe Belav bike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ji sungeya berpirsyariya li hember tendirustiya nexweşên talasemiyê û xizmetkirina gelê Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî razemendî da li ser terxankirina 2 milyar û 871 milyon û 698 hezar dînar ji bo dabînkirina derman û pêdiviyên bijîşkî ji bo nexweşên talasemiyê yên parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê.

Di daxuyaniyê de hat, ji bo Hewlêrê milyarek û 66 milyon û 375 hezar dînar, ji bo Silêmaniyê milyarek û 66 milyon û 375 hezar dînar û ji bo Duhokê jî 738 milyon û 948 hezar dînar were terxankirin.

Herwiha destnîşan kir, ev birê pereyan li bûdceya Wezareta Tenduristiyê û Rêveberiya Giştî yên parêzgehan ên pêwendîdar dê bê xerckirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 310 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:44:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x