Li Amedê ji bo bîranîna Mela Mistefa Barzanî şitlên daran hatin çandin

ezgehê Xêrxwazî ya Barzanî, bi boneya 120emîn salvegera jidayîkbûna Nemir Mela Mistefa Barzanî şitlên daran li Diyarbekirê çandin.

14.03.2023, Sal - 15:32

Li Amedê ji bo bîranîna Mela Mistefa Barzanî şitlên daran hatin çandin
Nuçe Belav bike

Ji roja yekem a erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li bajarên ku ji ber erdhejê zirar û ziyan dîtine, xebatên xwe yên alîkariyê didomîne, herwiha li Diyarbekirê jî, ji bo ziyandîtiyên erdhejê û malbatên hejar, di pêşkêşkirina xwarinên germ de berdewam e.

Karmendên dezgehê, bi boneya 120emîn salvegera jidayîkbûna Nemir Mela Mistefa Barzanî, li Diyarbekirê ji zarokan re pêlîstok û şêniyên taxekê re jî gul belav kirin.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo bîranîna Mela Mistefa Barzanî, darên zeytûnan jî çandin.

Karmendên dezgehê ji Kurdistan24ê re ragihandin ku ew ê alîkariyên xwe bidomînin û bi taybetî di meha Remezanê de ji bo malbatên hejar, xwarina fitarê bidin.

Şêniyên taxa Seyrantepe diyar kirin ku ew ji alîkariyên dezgehê kêfxweş in û ew hêvî dikin ku alîkariyên wan berdewam bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 305 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:48:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x