Nêçîrvan Barzanî pîrozbahîyê li Silêmanîyê û Sine dike

Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, dilxweşîya xwe ragehand bi boneya destnîşankirina bajarên Sine û Silêmanîyê wek bajarên filîvan ji alîyê Yonisko ve.

01.11.2019, Cum - 10:25

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahîyê li Silêmanîyê û Sine dike
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê, di tiwîtekê de, nivîsîye: Destnîşankirina Silêmanîyê wek bajarê filîvan a Toreyî (wêjeyî) ji alîyê Yonskoyê ve, şanazîye û ez gelek xweşhal kirim.

Di tiwîtê de hatîye: Bi germî pîrozbahîyê û destxweşîyê li nivîskar û terevanên Silêmanîya xweştivî dikim. Pîrozbahî û destxweşî bo hundermedên Sine yên hêja ku wek bajarê fîlîvan ê mûzîkê hat destnîşankirin.

Ji alîyê Yonskoyê ve , bajarên Silêmanî û Sine li rêza 66 ne ji bajarên filîvan ku li ser asta cîhanê hatîne destnîşankirin.

Li gor ragehandina Yoniskoyê, bajarê Silêmanîyê bo filîvanîyê di warê tore de û bajarê Sine di warê mûzîkê de wek dû bajarên filîvan hatîne destnîşankirin.

Odrî Azolay, rêvebera giştîya Yoniskoyê ragehand: Ev 66 bajar li ser asta cîhanê, her yek ji wan di bwarekê de karîne kultur û çandê bikin paygeh.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1574 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:44:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x