Nexweşiya Ehmed Turk giran bûye

Rewşa tenduristiya şaredarê girtî yê Mêrdînê û siyasetmedarê navdar ê kurd Ehmed Turk baş nîne. Hevjîna wî jî ragihand ku pê re bi telefonê peyiviye û rewşa wî pirsiye.

05.01.2017, Per - 13:00

Nexweşiya Ehmed Turk giran bûye
Nuçe Belav bike

Li gor soza ku Wezareta Dadê ya Tirkiyê dabû, biryar bû îro şaredarê Mêrdînê Ehmed Turk, di girtîgeha Sîlîvrî ya Stenbolê de ye û nexweş e, bo nexweşxanê bihata veguhastin lê tê gotin ku dewletê biryara xwe guhertiye û Ehmed Turk dê li girtîgehê de were dermankirin.

Hevjîna Ehmed Turk, Mulkiye Turk ji K24ê re da zanîn ku berî du rojan (3 Çile) bi telefonê bi wî re peyiviye û got, rewşa wî ya tenduristî ne baş bû, rewşa dil û çavê wî ne baş bûn.

Ehmed Turk piştî di 17 Mijdara par de ji hêla Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ji kar hat dûrxistin, roja 21 heman mehê bi tohmeta alîkarîkirina “rêxistina terorê” hat desteserkirin û roja 24 mehê jî fermana girtina wî hat dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1969 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:16:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x