Şêx Seîd û 46 hevalên wî li Diyarbekirê hatin bibîranîn

Ji aliyê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ve bi beşdariya nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd bernameyek biranînê bo Şêx Seîd û hevalên wî hat lidarxistin. Di bernameyê de hat xwestin ku cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî were aşkerekirin û banga xwedîlêderketina nirxên neteweyî hat kirin.

30.06.2023, Cum - 06:37

Şêx Seîd û 46 hevalên wî li Diyarbekirê hatin bibîranîn
Nuçe Belav bike

Di 29ê Hezîrana 1925an Şêx Seîd û 46 hevalên wî li Diyarbekir hatin darvekirin. 98 sal di ser darvekirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî derbas bûn. Bi vê boneyê jî li Bakurê Kurdistanê bernameyên bîranînê hatin lidarxistin ku yek ji navnîşanên bernameyan jî Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bû ku derbarê darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî de daxuyaniyek bo çapemeniyê hat dayîn. Beşdarên daxuyaniyê amaje kirin ku divê şopdarên doza Şêx Seîd û hevalên wî xwedî li mîrata wî derbikevin û wî nedin jibîrkirin.

Endamê Meclîsa PAKê Mehmet Ermîş ji K24ê re diyar kir: “Emê wek neviyên Şêx Seîd heta dawiyê li mirata wî xwedî derbikevin. Doza Şêx Seîd doza Kurd û Kurdistanê bû ku nayê xwestin cihê gora wî were aşkerekirin.”

Ji bo bîranîna Şêx Seîd û 46 hevalên wî li Qada Şêx Seîd jî ji aliyê Komeleya Şêx Seîd ve daxuyaniyek bo çapemeniyê hat dayîn. Daxuyaniyê de bal hate kêşan ku li gel hemû hewildanên hiqûqî û civakî cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî nehatine aşkerekirin û bang hate kirin ku dewlet bo vê yekê gav bavêje.

Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat ji K24ê re diyar kir: “Dewlet ji qestî naxwaze cihê gora Şêx Seîd were aşkerekirin. Aşkerekirina cihê gora wî pêkan e. Di warê hiqûqî de me gav avêtin û xwestin ku cihê gora wan aşkere bibe. Lê Wezareta Karên Navxweyî ev yek red kir. Em dizanin bi zanebûnî vê yekê dikin lê em dest jê bernadin.”

Di sala 2014an de dema şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir di destê HDPê de bû ji aliyê meclîsa şaredariyê ve bi dengên endamên Ak Partî û HDPê navê vê Qadê wek Qada Şêx Seîd hat guherîn. Niha jî daxwaz ew e ku cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî were aşkerekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 362 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:21:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x