Li Sasona navçeya Batmanê, rêya gundê Karayuna li quntarê Çiyayê Meretoyê ku berfê girtibû, hat vekirin.
Şefê Şantiyeyê ya Îdareya Taybet a Sasonê Mehmet Salih Yildiz daxuyanî da û diyar kir, di mehên zivistanê da qalindahiya berfa ku timî rê digirt heta 4 mêtreyan derdiket.
Yildiz daxuyand ku wan rê cardin vekir û bi vekirina vê rêyê va hemû rêyên ku berfê girtin, hatin vekirin.