Saziya Keşnasiyê bo Bakurê Kurdistanê hişyarî da

Rêveberiya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê bo 12 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya ba û bahozê da û dibêje di nav vê hefteyê de divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

14.09.2022, Çar - 13:44

Saziya Keşnasiyê bo Bakurê Kurdistanê hişyarî da
Nuçe Belav bike

Li gor daxûyaniya Rêveberiya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji 13ê Îlonê û pê ve di nav hefteyekê de li parêzgehên Erzerom, Erzîngan, Dêrsim, Çewlig, Bedlîs, Mûş, Qers, Agirî, Colemêrg, Xarpêt, Sêrt û Wanê yên Bakurê Kurdistanê dê di demjimêrekê de bi hêza 70 km bahoz çêbibe û eger heye serbanên avahiya bifirin, stun û dar jî bikevin xwarê.

Saziya Keşnasî hişyarî dide ku welatî tedbîrên xwe werbigrin.

Doh 13ê Îlona 2022ê li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barana dijwar lehî rabûbû û di encam de li gundê Gaban ser bi navçeya Andirînê 45 kewarên mêşên hingiv ên welatiyan li ber avê çûbûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 403 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:37:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x