Cîgirê Serokê AKPê yê navçeya Qelqelî yê Wanê hat kuştin

Cîgirê Serokê AKPê yê navçeya Qelqelî ya Wanê Aydin Ahi piştî ku hate revandin, hate kuştin.

02.07.2017, Paz - 11:07

Cîgirê Serokê AKPê yê navçeya Qelqelî yê Wanê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Hat diyarkirin ku şevadin di 22.30ê grûbeke çekdaran bi ser mala Cîgirê Serokê AKPê yê navçeya Qelqelî ya Wanê Aydin Ahi de girtin û ew revandin.

Hate diyarkirin ku piştî demekê li taxa Şemsedin a navçeyê, Aydin Ahi bi awayeke birîndar hatiye dîtin û bo dermankirinê rakirine nexweşxanyê lê li wir jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî ragihandina medyaya tirk tê îdîakirin ku ew kesên Aydin Ahi ji aliyê endamên PKKê ve hatiye kuştin.

Herwiha roja berî jî Cîgirê Serokê AKPê yê navçeya Liceya Amedê Orhan Mercan li pêş mala xwe hatibû kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2080 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:13:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x