Ciwanekî ji Kobaniyê 20 roj in di navbera Tirkiyê û Yunanê de wenda ye

Ciwanekî Kurd ê ji bajarê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê dema dixwest ji Tirkiyê derbasî aliyê Yunanê bibin belema binav dibe û ev 20 roj in wen da ye.

30.03.2023, Per - 05:35

Ciwanekî ji Kobaniyê 20 roj in di navbera Tirkiyê û Yunanê de wenda ye
Nuçe Belav bike

Ciwanê Kurd ê bi navê Raman Îbrahîm Hiso yê 15 salî, ku ji Kobanî ye, ev 20 rojin di navbera Tirkiyê û Yonanê de wenda ye.

Raman Îbrahîm Hiso ji gundê Girik yê Kobaniyê ye û ji sala 2014an ve li Tirkiyê dijîn.

Ramî Îbrahîm birayê Raman Îbrahîm, ji Rûdawê re axivî û got, roja 9ê vê mehê ew û birayê xwe Raman û xwişka xwe Riweyda dixwestin ji Tirkiyê bi qaçaxî biçin Yunanê, ji bo ku ji wir biçin welatên din ên Ewropayê.

Dema ku xwişk û bira dixwestin derbas bibin di çemê di navbera Edirnê û Yunanê de belema wan li darekî dikeve û binav dibe. Ramî û xwîşka xwe Riweyde rizgar dibin û birayê wan Raman ji ber avê çûye û heta niha tiştekî li ser wî nizanin.

Riweyda Îbrahîm Hiso xwişka Raman beşdarî bulten Rûdawê ya taybet bo Rojava bû û derbarê bûyerê de bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Riweyda Îbrahîm diyar kir ku wan xwestine ji xwe bigihînin Ewropayê û demjimêr 5 û nîvan de bi rê ketine, dema digihîjin nîvê çem belema wan binav dibe û ew jî dikevin binê avê.

Riwedya Îbrahîm da zanîn ku ew û birayê Ramî rizgar dibin û birayê wan ê din Raman jî wenda dibe û ev 20 roj in lê digerin.

Herwiha Îbrahîm da zanîn ku belema ku tê de bûne belemeke biçûk bûye û 15 kes di belema binavbûyî de bûne û hemû jî xelkê Sûriyê bûne û 13 kes jê rizgar bûne.

Riweyda Îbrahîm got piştî ku belema wan binav bûye derbasî aliyê Yunanê bûne leşkerê Yunanê telefon û perên wan ji wan stendine, li wan dane û ew paş de vegerandine aliyê Tirkiyê.

Derbarê çaresnivîsa birayê xwe Riweyda Îbrahîm dibêje ku wan ji aliyê Yunanê û Tirkiyê re rewşê gotiye û her du aliyan jî gotine eger ku birayê wê bibînin ew dê agahê pê bixin.

Sedema binavbûna belemê jî Riweyda dibêje ku ji ber ku av pir û şid bûye belema wan binav bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 375 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:39:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x