Duyemîn salvegera qetilkirina Tahir Elçî...

Îro li berê wê minareya çar ling a ku Tahir Elçî li ber hatibû kuştin rêze çalakî hat lidarxistin û ew êriş hat protestokirin û daxwaza eşkerekirina kujerên Elçî hat kirin.

28.11.2017, Sal - 11:44

Duyemîn salvegera qetilkirina Tahir Elçî...
Nuçe Belav bike

Bi ser kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi re du sal derbas bû lê hêj kujerên vî nehatine diyarkirin.

Li Amedê hat ragihandin ku dê îro şandin siyasî, çend kesayet û xelk dê li Gorîstana Yenikoyê serdana gora Tahir Elçî bikin û dia bikin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku di lêpirsînê de hêj ti gav nehatiye avêtin û destnîşan kir ku nêzîkbûna rayedarên niha yên dewletê weke nêzîkbûna rayedarên dewletê yên salên 90î ne û nav, wezîr û hikumet bên guhertin jî helwest û xemsariya li dozên bi vî rengî her tim weke xwe dimîne.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)'ê qetilkirina Tahir Elçî weke cînayeteke siyasî bi nav kir û amaje bi wê yekê kir ku kesên ew cînayet kirine dê ti caran neyên jibîrkirin û dê şopdarên dozê bin.

Herwiha Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mistefa Ozçelik li ser salvegera qetilkirina Elçî daxuyaniyeke nivîskî da.

Mistefa Ozçelik wiha got: “Di duyemîn salvegera qetilkirina wî de ez welatperwerê Kurd, Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi bi giramî bibîr tînim. Qesasên wî rûreş dikim.”

Di 28ê Mijdara sala 2015an de li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê Serokê Baroya Amedê ango Komeleya parêzeran Tahir Elçî di dema kongreya rojnamevaniyê de kete ber êrîşekî çekdarî û li heman cihî jiyana xwe ji dest dabû.

Hêjayê gotinê ye lêpirsîna derbarê qetilkirina Tahir Elçî de hêj nehatiye temamkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1285 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:48:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x