Li Herêma Kurdistanê zêdetir ji 13 hezar kesî bûne qurbaniyên teqîna mayînan

Ajansa Pûçkirina Mînan a Herêma Kurdistanê eşkere kir, hejmara qurbaniyên teqîna mîn û bombeyan li herêmê, ji 13 hezarî derbas bûye.

05.04.2022, Sal - 07:57

Li Herêma Kurdistanê zêdetir ji 13 hezar kesî bûne qurbaniyên teqîna mayînan
Nuçe Belav bike

Ajansê Duşemê di daxuyaniya xwe de ragihand, 13 hezar û 500 welatî ji ber teqîna mayînan li herêmê canê xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, rakirina hemû mînên li Herêma Kurdistanê karekî pir lê diçe û hikûmeta Herêmê bi tenê nikare wê yekê bike.

Ajansê bang li welatiyan kir jî, ji bo ewlehiya xwe nêzî herêmên ku tê zanîn mayin lê hene, nebin.

Iraq di nav wan welatan de ye ku herî zêde mîn û bermahiyên din ên teqîner li seranserê axa wê hatine danîn û her sal bi dehan sivîl tên kuştin û birîndar dibin.

Piraniya van mînan di sala 1980’an de di dema şerê 8 salî yê Îran û Iraqê de ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hatine çandin, bi taybetî li navçeyên sînorî ji bo astengkirina pêşketina hêzên Îranê di wî şerî de.

Li gor amarên Ajansa Pûçkirina Mînan, li Herêma Kurdistanê 314 milyon metro çargoşe hîn jî mîn û teqemenî lê hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 726 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:39:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x