Serok Barzanî: Şehîdkirina Erkan Şerîf şovêniye...

Bi boneya şehîdkirina rojnamevan \"Erkan Şerîf\", Serok Barzanî peyamek belav kir û ragihand: \"Şehîdkirina rojnamevan Erkan Şerîf nimûneyeke gellekî zelal e li ser wê hizra şovênî, ku bi zora çekan û bi neheqî xwe li ser navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê sepandiye û bi ti awayî baweriya wê bi azadî û jiyana xelkê nayê.\"

01.11.2017, Çar - 09:17

Serok Barzanî: Şehîdkirina Erkan Şerîf şovêniye...
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistan Mesût Barzanî bi wesîleya şehîd xistina nûçegihanê Kurdistan Tv Erkan Şerîf peyama sersaxiyê weşand.

Barzanî, peyama xwe de dibêje, \"Bi navê Xwedayê Bexşende û Dilovan Şeva 29 li ser 30ê Cotmeha 2017an, rojnamevan û wênegirê Kurdistan TV, Erkan Şerîf li bajarokê Daqûq ku di bin kontrola çekdarên Heşda Şeibî de ye, bi awayekî gellekî hovane li mala xwe ji aliyê komek çekdarên rûnixumandî ve hat şehîdkirin.

Şehîdkirina rojnamevan Erkan Şerîf, nimûneyeke gellekî zelal e li ser wê hizra şovênî, ku bi zora çekan û bi neheqî xwe li ser navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê sepandiye û bi ti awayî baweriya wê bi azadî û jiyana xelkê nayê, berpirsatiya şehîdkirina Erkan Şerîf û azardana xelkê wan navçeyan dikeve ser mile wan hêzan ku bi awayekî neyasayî û nedestûrî xwe li ser navçeyê ferz kirine.

Bi vê boneya xemgîn, ez sersaxiyê ji malbat û merivên şehîd Erkan Şerîf û hemû rojnamevanên Kurdistanê û stafê Kurdistan TV re dixwazim.

Silav li canê şehîd Erkan Şerîf û hemû şehîdên Kurdistan.\"

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1498 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:13:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x