5 partiyên kurdî Şêwirmendê Erdogan şermezar kirin

Pênc partiyên siyasî yên Bakûrê Kurdistanê jiber gotinên vî yên derbarê Şex Seîd de Şêwirmendê Erdogan şermezar kirin.

19.12.2016, Pts - 20:05

5 partiyên kurdî Şêwirmendê Erdogan şermezar kirin
Nuçe Belav bike

Partiyên siyasî yên kurd ên li Tirkiyeyê, li ser gotinên Burhan Kuzu yên li dijî Şêx Seîdî ew şermezar kirin. Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), PDK Bakur, Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK), Partiya Kurdistanî (PAKURD) û Hareketa Azadî li hemberî gotinên Burhan Kuzu daxuyaniyek çapemeniyê belav kirin û ji bo gotinên wî ew şermezar kirin.

Di daxuyaniya 5 partiyên siyasî yên kurdan de wiha hat gotin: ‘Serokêmarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan ku derbarê serhildana Dêrsimê de li ser navê Tirkiyê lêbirîn xwestibû, em dixwazin serşêwirmendê xwe Burhan Kuzu jî şermezar bike.

Xwediyên zihniyeta nijadperest, şoven û qetlîamker ne duh ne jî ji niha û pê de ew nekarîne pêşiya têkoşîna gelê Kurdistanê bigrin.'

Burhan Kuzu piştî êrîşa li Qeyseriyê yê li ser hesabê xwe yê Twitterê gotibû: ‘Hevdîtinên Lozanê dest pê kirin, di dema ku Konferansa Stenbolê de meseleya Mûsil dihat axavtin li rojhilat, nemerdan serhildana Şêx Seîd derxistin, ewên îro jî heman kes in.'

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2449 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:16:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x