Awisturya gefa cidî li Tirkiyê dike

Nîhmer hefteya burî gotibû, Tirkiyê dê rûbirûyê sizayên tund bibe bi sedema desthebûna wê di karên tundûtîjî ya destdirêjî yên wê bo ser Kurdan û birina serwet û samanên wan.

14.07.2020, Sal - 07:12

Awisturya gefa cidî li Tirkiyê dike
Nuçe Belav bike

Di beyannameyekê de wezîrê Awisturya’da tekez kirîye, Tirkiye rojane wê yekê piştrast dike ku hevbeşeke cihê bawerîyê nîye bo Ewrûpayê. Amaje bi wê yekê jî da, ku pêwîste guhertinên evê dawîyê bibin sedema pêdaçûnkirinê bi rewşa Ewrûpayê li jêr metirsîyên Tirkiyê.

Ev piştî wê yekê hatîye, berê jî, Karl Nihîmer, wezîrê navxweyê Awisturya ragehandibû, Welatê wî nîyaz heye hejmareka biryarên yekalîker derbarê Tirkiyê bide, ji wan jî, girtnebera rêkarên dîplomasî û sepandina sizayên Ewrûpî bi sedema destwerdana Enqereyê û gefên wê bo ser rewşa navxwe ya welatekê endam di Yekêtîya Ewrûpayê de.

Nîhmer hefteya burî gotibû, Tirkiyê dê rûbirûyê sizayên tund bibe bi sedema desthebûna wê di karên tundûtîjî ya destdirêjî yên wê bo ser Kurdan û birina serwet û samanên wan.

Nîhmer amaje bi wê yekê jî daye, niha demê wê yekê ye, helwêsteka tund li dijî Tirkiyê bihête nîşandan û got jî: Me belge li ber destane ku destên Enqereyê hebûne li pişt alozîyên çend rojên burî li paytexata Nemasayê.

Xuya jî kir, ew alozîyên hanê li Enqereyê pilan jibo hatine darijtin û ji alîyê Awisturya’ye yên nijad Turk ve hat encamdan û polîsên Nemsayê jî di wî bwarî de, hûr û serkevtî bûn û 22 kes destnîşankirin ku serkêşîya ewan tundûtîjîyan kirine û tevaya wan jî ser bi rêkxistîya Gurên tundrew in.

Behsa wê yekê jî kir, ku di demeka kurt de, zêdetir ji 6 hezar kesan ketin ser cadeyan û ala ya taybet bi xwe ve heldabûn. Ev jî bi ti awayekê nahête kirin eger rêkxistîyeka mezin li pişt wan nebe.

Herweha got: Azadîya xwenîşandanên aştîyane bo hemû kesekî li hatîye Awisturya’yê desteberkirin û ji alîyê wezareta navxwe ve parêzvanîya wan dihête kirin, lê rê bi çalakîyên komele û qeware yên radîkalîyên tundrew nahête dan, ku di nav Nemsayê de, komeleyên xwedî berjewendîyên taybet pêkhînane.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 651 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:34:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x