Berdevkê Partiya PDG'ê Osman Baydemîr civîna çapemeniyê ku Meclîs'ê de lidarxist bersivê gotinên Bahçelî da.
Jiber pirsa ku ' Bahçelî gotiye, Referandûma Serxwebûna Kurdistan'ê lazime bo tirkiyê wek sedemekî şer bête qebûl kirin.' hun vî daxuyaniyê çawa dibînin? Baydemîr wiha bersiv da: "Ev gotina Bahçelî ji Erdogan ne serbixwe ye, polîtîkayên Erdogan jî ji Bahçelî ne serbixwe ye. Diyare ku polîtîkayên vî du salên dawî fatûrayek giran ji Tirkiyê re derxistiye."
Baydemîr devama axaftina xwe de rêz dike ku; " Tehdît kirina 40 milyon gellê Kurd heddê tu kesê nine. Diyar kirina çarenivîsa gelê başûrê Kurdistan mafê herî rewa û xwezayî ye. Gef dana bi vî şeklê gayrî rewa ye. Ev rewş jibo gellê Rojava jî derbasdar e. Erdogan dibêje ev daxwazî gellê Kurd re heqaret e, madem heqaret e gelo tu çima dewletê her tim pîroz dikî. Gelo tişta jibo te heqe çima jibo birayên te yê Kurd ne heqe.?"
Her wiha Baydemîr dibêje; "Erdogan vî gefê jibo Efrîn'ê jî rêz dike. Dagirkirina Kuwêt'ê ya rejîma Seddem encamek çawa derxistibe, dagirkirina Efrîn'ê jî wê eynî encamê derbixîne. Gellê Kurd Newroza 2013'an îtifaqek ku bandora wî bigehije hezar salan pêşniyar kir, ev îtifaqek wisa bû ku herkes dixist hundirê xwe de û ev îtifaq bangewaziya bihevre jiyankirinê bû. Lê belê Koalîsyona AKP û MHP'ê ev xwestek bi çepê destê xwe dur kir û Bi hiqûqa dijminayî polîtîka dimeşîne. Heya niha vî polîtîkayê yê qezenç kiriye tune."