Cezaya ku li sîyasetmedarê Kurd Lutfî Baksî hatîye birîn nîşan û berdewamîya binpê kirina mafê azadîya fikrî û xwe îfade kirinê ye.
Mehkemeya Dîyarbekirê îro(17.06.2020) 7.5 sal cezaya hefsê li yek ji damezrêner û Cîhgirê Serokê Giştî yê DKPyê û her weha Serokê Giştî yê KADEPê, sîyasetmedarê welatparwerê Kurd Lutfî BAKSÎ birî.
Lutfî BAKSÎ bi sedema çend beşdarîyên civînên DTK/KCDyê û her weha hin nivîs, parve kirin, axaftin, mesaj û peywendîyên xwe yên bi nûnerên sîyasî re, bi îdiaya "propogandayê rêxistina terorist a çekdar û propagandaya terorîzmê" roja 17.06.2020an li Dîyarbekirê bi 7,5 sal cezayê hefsê hate mehkûm kirin.
Cezaya ku li sîyasetmedarê Kurd Lutfî Baksî hatîye birîn nîşan û berdewamîya binpê kirina mafê azadîya fikrî û xwe îfade kirinê ye.
Bi hezaran kes bi taybetî jî di van çend salên dawî de jiber nivîs û daxuyanî û parve kirinên xwe yên li ser sosyal medyayê tûşî dozên weha bûne û jî cezaya hefsê ya ji prensîbên hiqûqa nevnetewî dûrin, li gelekan ji wan hatine birîn.
Em cezaya ku li sîyasetmedarê welatperwerê Kurd Lutfî Baksî hatîye birîn şermezar dikin.
Divê demildest cezayên bi rengî bêne betal kirin û rê ji azadîya xwe îfade kirinê û ji azadîya fikrî re bê vekirin.
17.06.2020
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê