Goranê banga Serokwezîr Barzanî redkir

Tevgera Goran banga yekîtiyê ya Serokwezîr Barzanî qeb3ul nekir. Berdevkê Goran Soriş Haci, banga dayxistina Hikûmeta Herêma Kurdistanê dûbare kir.

07.11.2017, Sal - 08:00

Goranê banga Serokwezîr Barzanî redkir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 6'ê Cotmeha 2017an di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand: “Tevgera Goran beşeke ji aliyê siyasî yê vî welatî ye. Ew di parlamentoyê de xwediyê kursî ne. Ez dixwazim demek ji ya din zûtir wezîrên Tevgera Goran vegerin nav hikûmetê.”

Piştî banga Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Berdevkê Tevgera Goranê Şoriş Hacî ji Rûdawê re ragihand: “PDK û YNK û Hikûmeta Herêma Kurdistanê şikesteke mezin anîn, neku tenê şikest, bi ser gelê me de karesat anîn, ji ber vê yekê me daxwaz kiriye ku desthilatdar dest ji kar bikişînin. Kak Mesûd di bin her perde û îxracekê de be dest ji kar kişand. Em daxwaz dikin Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dest ji kar bikşîne û hikûmeteke rizgarî ya niştimanî ya demkî were pêkanîn. Tenê karê wê jî dê li gel Bexdayê gotûbêj be û amadekariya hilbijartinê be. Çimku nabe hikûmeteke ku şikest anîbe li bereyên şer, û bi ser neketibe, biçe li gel hêza serkevtî gotûbêj bike.”

Du salên derbasbûyî salên herî xirab ên pêwendiyên navbera Tevgera Goran û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû, tevî hemû hewldanên navbeynkar û destpêşxeriyên ji bo başkirina navbera her du partiyan tiştek neguherî. Her dema ku aliyekî mercê xwe ji holê radikir, aliyekî din mercekî din datanî ji bo lihevhatinê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1358 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:47:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x