Goranê biryara vegera Hikûmetê da

Endamê Polîtburoya PDK'ê Selah Delo da zanîn ku, Tevgera Goran biryara vegera Hikûmetê daye.

10.10.2017, Sal - 10:28

Goranê biryara vegera Hikûmetê da
Nuçe Belav bike

Endamê polîtbûroya PDKê Selah Delo di axaftina xwe de ragihand ku PDK û Goran gihîştine qonaxa derbaskirina nakokiyên siyasî û guftûgo di navbera wan de berdewam e û hetanî demeke nêzîk dê wezîrên Goran vegerin ser karên xwe.

Selah Delo di hevpeyvîna xwe ya Basê de got: "PDK û Goran pêwîste qonaxa pirsgirêkan derbas bikin. Ji bo vê armancê jî her du alî berdewamiya guftûgoyan dikin û ew rêkeftina berê li ser pêkanîna hikûmetê me kiribû, yan dê bê nû kirin, yan jî çarçoveyek nû dê bo bê dîtin. Ew jî wezîrên xwe dê vegerînin ser kar ku beşdarî rûniştina parlamentoya Kurdistanê bibin."

Delo di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Di pêşerojê de PDK û Goran çend civînên din dê li gel yek bikin û civîn li ser bingehê bihêz kirina peyvendiyên her du aliyan dê bên kirin. Bo pirsa hikûmetê jî Goran di nav xwe de dê gotûbêjan bike û bersiva PDKê bide. Ji ber ew jî pêwîste beşdarî li kabîneya hikûmetê de bikin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1206 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:42:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x