Ji Polîtburoya YNK'ê biryara 'yekbûyîna Kurd'

Yekîtiya Niştiman a Kurdistan (YNK), jiber nirxandina bûyerên piştî êriş kirina Heşdî Şabî ya Kerkûkê civiya.

25.10.2017, Çar - 07:07

Ji Polîtburoya YNK'ê biryara 'yekbûyîna Kurd'
Nuçe Belav bike

Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) piştî bûyerên Kerkûkê êrîşa Heşda Şeibî li ser Kerkûkê, di civîna îro de tekezî li ser yekîtiya nava YNKê û navmala Herêma Kurdistanê kir.

Îro Polîtburoya YNKê piştî bûyerên Kerkûkê bi serperiştiya Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl Elî civiya.

Ev civîn yekem civîna polîtboruya siyasî piştî wan bûyerên şeva 16ê Îlonê bi rêya xiyaneta çend berpirsên YNK ji pasewanên Îranê û mîlîşyatên Heşda Şeibî li sînorê başur û rojavayê Kerkûkê vala kirin daku, bajêr dagîrbikin.

Di civînê de tekezî li ser parastina yekrêziya nava YNK'ê hatiye kirin û behsa wê yek jê dike, tevahiya desthilatên siyasî, medyayî û ragihandinê yên wê partiyê ji navendên partiyê re vegerin.

Herwiha tekezî li ser yekperçeyîya xaka Herêma Kurdistanê kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2116 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:42:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x