Kurd bi 22 partiyên siyasî beşdarê hilbijartinên giştî yên Iraqê dibin

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijratinên li lraqê bi beyanameyekê navê alî û partiyên siyasî eşkere kirin, ku mafê wan heye beşdarî hilbijartinên parlamentoya lraqê bibin. Hilbijartinên parlamentoya Iraqê dê di meha Gulanê ya 2018an de dê were lidarxistin.

29.12.2017, Cum - 14:13

Kurd bi 22 partiyên siyasî beşdarê hilbijartinên giştî yên Iraqê dibin
Nuçe Belav bike

Li gorî wê daxuyaniya niviskî, ku kopiyeke wê ji bo peyamnêrê Sputnîk Kurdistanê jî hate şandin, navê 204 partiyên sîyasî yên ji partiyên kurd, tirkmen, mesihî, ereb, şîe û sunneyan pêk tên dê beşdar bibin.
Divê were bibîrxistin ku ji bo cara yekem kurdên êzidî bi 4 partiyên siyasî, kurdên şebek bi 2 partiyên siyasî û kurdên Feylî jî bi 4 partiyên siyasî beşdarî hilbijartinan bikin.

Herwisa li gorî wê lîsteya partiyên siyasî ev partiyên siyasî yên kurdî beşdar in ku hejmara wan 22 partî ye:

Partiyên kurdî:

Partiya Demokrat a Kurdistanê, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, Tevgera Goranê, Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû), Komeleya Îslamî ya Kurdistanê, Bizava Nifşê Nû, Partiya Sosyalîst a Demokrata Kurdistanê, Partiya Karker û Zehmetkêşên Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, Bizava Azad a Civaka Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê — Iraqê, Hevpeymaniya Demokrat û Dadweriyê.

Partiyên kurdên êzidî:

Partiya Ȇzidî ya Demokratîk, Bizava Azadî û Demokratîk a Ȇzidiyan, Partiya Pêşkeftinxwaza Ȇzidî û Bizava Ȇzidî ji bo Çaksazî û Pêşkeftinê.

Kurdên şebek:

Kombenda Şebek ya Demokratîk û Baskê AzadÎ yê Şebek.

Kurdên feylî:

Partiya Diyalog a Feylî, Kombenda Yekîtiya Feylî, Kongreya Nîştimaniya Giştî ya Kurdên Feylî û Eniya Feylî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1814 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:29:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x