Wek Serokê Giştî yê PAKê , ez jî li gel nûnerên hinek alîyên Kurd û Kurdistanî, li ser daxwaza Endamê Komîteya Navendî ya Biryarê û Rêvebirîyê ya AK Partîyê Birêz Abdûrrahman Kûrt, şeva 20.04.2022yê, li Amedê, beşdarî civîneke sohbetê bûm.
Endamê Komîteya Navendî ya Biryarê û Rêvebirîyê ya AK Partîyê Birêz Abdûrrahman Kûrt hevalê min ê unîwersîteyê ye û di derbarê pirsa Kurd û Kurdistanê de fikirên me û tercîhên me yên sîyasetê cuda bin jî, dostekî min ê şexsîye jî.
Birêz Abdûrrahman Kûrt roja 13.04.2022yê li min gerîya, got ‘’Ez dixwazim, bi te û bi hinek dostên wek te ku em hevdu nas dikin re, êvara 20ê nîsanê, piştî fitarê hevdîtineke wek sohbetê bikim, em di derbarê rojeva heyî de sohbetekê bikin’’. Û Birêz Abdûrrahman Kûrt bi taybetî ji min re got ‘’Bila xelet neyê fêhm kirin. Ev hevdîtin ne li ser daxwaza AK Partîyê, yan jî li ser daxwaza Birêz Serokkomar Erdogan e; bi daxwaza min a şexsî ye û ne hewceye ku em bangî çapemenîyê bikin. Ji xwe me bi gelek dostan re, gelek caran sohbetên bi vî rengî kirine’’. Ez û Birêz Abdûrrahman Kûrt roja 19ê nîsanê careke din axaftin û ji min re got ‘’Tu bixwazî tu dikarî bangî hevalekî xwe yê din jî bikî‘’. Ez û Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê kek Vahît Aba, bi agahdarîyara meclîsa partîya xwe , em çûn wê sohbetê. Ev sohbeta di şeva 20.04.2022yê de pêk hat.
Birêz Abdûrrahman Kûrt, rica kiribû ku ne hewceye ev sohbeta me di ragehandinê de bê belav kirin. Lê mixabin ji beşdarên civînê kesekî ku em nizanin kî ye, li vê ricayê guhdar nekir. Piştî nûçeya li ser civînê hate belav kirin, ji ber ku hinek agahdarî û şîroveyên ku tu eleqeya wan bi wê civînê ve tuneye têne nivîsandin, pêwîstî pê heye ku em hinek agahdarîyên rast bi raya giştî re parve bikin. Ez bi Birêz Abdûrrahman Kûrt re jî axivîm, wî jî maqûl dîtîye ku di derbarê naverok û armanca civînê de ez hinek agahdarîyên rastî binivîsînim.
Mixabin piştî ku nûçeya Rûdawê belav bû, ji ber vê hevdîtina ku me bi Birêz Abdûrrahman Kûrt re kirîye, em dibînin ku hinek kes, gotin û şîroveyên neçêker û ji pîvanên rexneyê û ji pîvanên dostanîyê dûr, ku zerarê jî dide peywendîyên di nav alîyên Kurdistanî de dikin. Welatperwerekî ku bixwaze di derbarê vê civînê de şîroveyekê bike, berîya her tiştî diviyabû li wan kesên ku navê wan di nûçeyê de derbas dibe bigerîyan û agahdarî bigirtana; pêşê jî şîroveyên xwe bikirina.
Helbete ku wan îthamên ku hinek kesan ji ber vê civîna sohbetê li beşdarên civînê kirine, em bi tu awayî qebûl nakin. Lê ji ber ku em wek PAK, bi bername, nav, sîyaset û xebata xwe ya Kurdistanî û bi hişmendîya xwe ya neteweyî bawer in, serbilind in, emê nekevin nav gengeşîyên bi vî rengî.
PAK yek ji nûnerekî miletê Kurd û gelê Kurdistanê ye. PAK, ji bo azadîya Kurdistanê hatîye damezrandin. Ji ber wê jî Dadgeha Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkîyeyê di roja 29.01.2019ê da, ji ber navê û bernameya wê , di derbarê PAKê da doza girtinê vekirîye. PAKê di Dadgeha Qanûna Bingehîn de bi kurdî û bi tirkî navê PAKê, bernameya PAKê, doza meşrû ya miletê Kurd parastîye.Doza girtinê hîna jî berdewam e, hatîye merhaleya herî dawî.
Di çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê de mixatabê miletê Kurd, Dewleta Tirkîyeyê û partîyên vê dewletê ne. Ji bo çareserîya vê pirsê, di encamê de, nûnerên miletê Kurd dê bi van partîyan û dê bi Dewleta Tirkîyeyê re rûne. Û ya rast jî ewe ku, em wek terefê Kurd û Kurdistanê bibin mixatabê Dewleta Tirkîyeyê; ne ku hinek partî û alîyên ku xwe wek Kurd û Kurdistanî tarîf nakin bibin mixatabê Dewleta Tirkîyeyê.
PAKê di 18ê cotmeha sala 2020ê de 2yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist û di wê kongreyê de, li ser esasê Bernameya PAKê ya ku Azadîya Kurdistanê daye ber xwe, Bernameya Daxwazên Acîl dîyar kir.
PAK ji bo daxwazên acîl ên miletê Kurd, ji alîyekî ve dê ji bo hûnandina TEREFÊ KURDÎ bixebite û ji alîyekî ve jî ji bo Bernameya Daxwazên Acîl bi AK Partî, CHP, Deva Partîsî, Gelecek Partîsî , Saadet Partîsî re jî parve bike, bi awayekî fermî di sala 2021ê de randewû ji Navenda Giştî ya van her partîyekê xwestîye. Heta nuha tu partîyan ev daxwaza hevdîtinê red nekirîye. Hinek partîyan gotine di demeke maqûl de dê ev hevdîtin pêk were. Lê cara yekem CHPyê hevdîtin qebûl kirîye. Li ser navê PAKê Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Birêzan Nûrûllah Tîmûr û Kasim Ergun, roja 02.03.2022yê li Enqereyê li Navenda Giştî ya CHPyê bi Cîhgirê Serokê Giştî yê CHPyê Birêz Oguz Kaan Salci re hevdîdinek pêk anîn. Nuha PAK li benda bersîva wan partîyên din e. Herweha di sala 20221ê û 2022yê de li Amedê Deva Partîsî, Gelecek Partîsî, CHPyê seredana PAKê kiribûn; heyetên PAKê jî paşê îadeî zîyareta van partîyan kiribûn.
PAK, PSK, TDK-TEVGERê her bi vê armancê xebatek destpê kirine, dixwazin li ser Bernameya Daxwazên Acîl TEREFÊ KURDÎ bê ava kirin. Paşê jî dixwazin TEREFÊ KURDÎ bi AK Partî, CHP, DEVA PARTÎ, GELECEK PARTÎSÎ , SAADET PARTÎSÎ, HDP, HUDAPARê jî hevdîtinan çêbikin.
Di wê sohbeta li gel Birêz Abdûrrahman Kûrt da, Birêz Abdûrrahman Kûrt di derbarê rewşa sîyasî ya giştî da, bi berfirehî bîr û rayên xwe yên şexsî anî ziman. Min, kek Vahît Aba û beşdarên din ên sohbetê jî, cuda cuda , bi awayekî zelal daxwazên acîl yên miletê Kurd parastin û me got divê ev daxwaz di Qanûna Bingehîn de bêne bicîh kirin. Her beşdarekî di derbarê naveroka pirsa Kurd û Kurdistanê de fikrên xwe anîn ziman. Ez dikarim bêjim beşdarên ku hatibûn dawet kirin , bi nuansên cuda be jî, bi giştî li dijî vî şerê ku Dewleta Tirkîyeyê dimeşîne derketin, nerazîbûna xwe anîn ziman, helwest girtin; gotin şerê çekdarî yê PKKyê jî zerarê dide Kurdan û divê bê rawestandin; rê, rêbaz û amûrên sîyasî, demokratîk, sivîl parastin û gotin, divê Dewleta Tirkîyeyê ji bo çareserîya sîyasî, bi hemû partîyên kurdan re rêya dîyalogê veke. Di wê sohbetê da, bi tu awayî daxwazeke li ser piştgirîya ji bo hilbijartinan nehatîye rojevê. Herweha me gotîye Tifaqa Cimhûr jî, Tifaqa Milet jî di derbarê pirsa Kurd û Kurdistanê de hema hema wek hev difikirin. Me behsa ferqa sîyaseta AK Partîya 2002yê û ya nuha kirîye, me gotîye AK Partî di destpêkê de hinek gavên erênî avêtîye, me gotîye nuha ev êrîş û sîyaseta ku li ser dijayetîya kurdan li himberî hersê perçeyên Kurdistanê tê meşandin divê bê rawestandin. Me behsa doza girtinê ya partîyên ku di navê wan de Kurdistan heye jî kir û me got herkesekî ku mafê azadîya ramanî û rêxistinî diparêze, divê li himberî vê doza girtinê helwestê bigire. Herweha wek PAK jî me anî bîra Birêz Abdûrrahman Kûrt da ku ji bo wê daxwaza me ya fermî ya ji bo hevdîtina bi Birêz Recep Tayîp Erdogan bi cîh bê û ji bo van nêrînên me bigihêjin rêvebirên AK Partîyê û bigihêjin Birêz Serokkomar Erdogan, ew jî wek şexs hewl bide.
Gava ku Birêz Abdûrrahman Kûrt daxwaza vê sohbetê li me kirîye, helbete ku zanîbû em kî ne, em çi diparêzin; li gel vê rastîyê ev daxwaza sohbetê li me kirîye. Em û Birêz Abdûrrahman Kûrt di gelek tiştan de wek hev nefikirin jî, cenabê wî, van fikir û pêşniyarî û rexneyên me guhdar kir û fikrên xwe yên şexsî anî ziman. Sohbeta me heta derengê şevê dewam kir. Me jî, Birêz Abdûrrahman Kûrt jî girîngîya sohbet û dîyalogên bi vî rengî anî ziman.
Belê, em wek PAK, di her platformê de, di her hevdîtinê de, dê bi serbilindî doza miletê Kurd biparêzin, emê daxwazên acîl ên miletê Kurd bînin ziman, emê ji dîyalog û dan û sitendinên pir alî re jî her dem vekirî bin.
24.04.2022
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê PAKê