PDK û YNK bo pêkanîna hikûmeta nû dicivin

Şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo guftûgokitina pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û çend pirsên din dicivin.

03.02.2019, Paz - 10:36

PDK û YNK bo pêkanîna hikûmeta nû dicivin
Nuçe Belav bike

Cîvîna PDK û YNKê roja Sêşemê 5ê vê mehê birêve diçe.

Ev di demekê de ye, hefteya bûrî civîna her partiyan nehat kirin û biryar bû civîn roja Duşemê 4ê vê mehê birêve biçûya, lê li gor zanyariyan, ji ber rêwresmên anîna termê Mîrê Êzidiyan Tehsîn Beg ji Almanya bo Kurdistanê, civîn bo roja Sêşemê 5ê vê mehê hat paşxistin.

PDK û YNKê piştî çendîn civînan hîna li ser dawî awayê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê lihev nekirine.

Di dawî daxuyaniyên girêdayî vê pirsê, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî di gotarekê de ragihand, ji PDKê re pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê ji pirsgirêkên Bexdayê girîngtir e.

Fazil Mîranî tekez kir: “Nabe pêkanîna hikûmeta nû li benda asayîkirina rewşa Kerkûkê û pirsa Wezareta Dadê ya Bexdayê bimîne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 928 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:04:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x