Serokkomarê Îranê ji Amerîkayê re got: Em li hemberî zordariyê serî natewînin

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku wan bi Amerîka û Ewropayê re li ser mijarên nukleerî dan û standin kirine lê daxwaza Amerîkayê ya berdana lêkolînên nukleerî wekî “zordarî” bi nav kir.

12.06.2025, Per - 11:25

Serokkomarê Îranê ji Amerîkayê re got: Em li hemberî zordariyê serî natewînin
Nuçe Belav bike

Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê (IRNA) Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di axaftina xwe ya di serdana xwe ya parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê de behsa pêvajoya dan û standinên bi Amerîkayê re û gefa êrişên li ser Îranê kir.

Pizîşkiyan diyar kir ku ew dan û standinan li gorî siyasetên Rêberê Ruhanî yê Îranê Elî Xamineyî didomînin û got:

“Em li hemberî zordariyê serî natewînin. Em ti carî qebûl nakin ku lêkolînên me yên nukleerî bên tunekirin û piştre em li bendê bin ku ew destûrê bidin me da ku em keresteyên nukleerî yên ku di pîşesazî, bijîşkî, çandinî û zanistên din de pêwîst in bikirin.”

Pizîşkiyan daxwaza rawestandinê ya Amerîkayê ya dewlemendkirina uranyumê û lêkolînên nukleerî destnîşan kir û anî ziman:

“Kê gotiye ku divê em ji bo ku lêkolînên zanistî destûrê bistînin? Ew kî ne ku ji me re dibêjin hemû pîşesaziya xwe ya nukleerî hilweşînin?”

Pizîşkiyan da zanîn ku ew dev ji lêkolînên zanistî bernadin û got:

“Ew ji me re dibêjin ku divê ev zanist li ba me nebe.

Paşê jî dema ku em tiştekî li dijî wan dibêjin, dibêjin ku Îsraîl dê bombebaran bike.

Dema ku zanyarên me, pisporan me mûşek çêkirin, êdî Sedam nikarîbû bajarên me bombebaran bike.

Berî ku mûşekên me hebin, wî her roj li me dixist.”

Pizîşkiyan bangî yekîtiya navxwe ya Îranê jî kir û da zanîn:

“Heger em cudahiyên xwe deynin aliyekî, dê tu xwestekên dijminan li hemberî axa me nemînin.

Ew dixwazin di navbera me de nifaqê çêbikin, rewşê îstismar bikin û êrişî me bikin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 151 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:18:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x