Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Lin Jian ji Rûdawê re da zanîn ku ew di diyalog û dan û standinên mijara atomê de piştgiriyê didin Îranê.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Lin Jian pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Pekînê Mehdî Ferec ên li ser dan û standinên Îran û Amerîkayê bersivandin.
Lin Jian got ku ew her tim bang dikin mijara atomê ya Îranê bi rêya siyasî û dîplomatîk were çareserkirin.
Berdevk eşkere kir ku ew di diyalog û dan û standinên mijara atomê de ji bo gihiştina çareseriyê piştgiriyê didin Îranê.
“Çîn amade ye”
Lin Jian her wiha daxuyand ku “Çîn ji bo çareserkirina pirsa atomî ya Îranê amade ye ku pêwendî û hevahengiya li gel hemû aliyên pêwendîdar biparêze.”
Mehdî Ferec pirsgirêka mûçe û budceyê ya di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de jî anî rojevê.
Lin Jian diyar kir, “Ev têkildarî navxweya Îraqê ye. Çîn wekî prensîbeke giştî di parastina aştî, aramî û pêşveçûnê de piştgiriya Îraqê dike."