Hostesa Pegasusê ji rêwiyên Kurd re got: Divê hûn fêrî Tirkî bibin

Hosteseke Kompanyaya Pegasusê nijadpersetî li hemberî hinek Kurdên ku bi Tirkî nizanin nîşan da û ji wan re got, “Ev der Tirkiye ye û divê hûn xwe fêrî Tirkî bikin.”

12.06.2025, Per - 11:22

Hostesa Pegasusê ji rêwiyên Kurd re got: Divê hûn fêrî Tirkî bibin
Nuçe Belav bike

Bûyer roja Sêşemê 10ê Hezîrana 2025an, di geşteke Stenbol-Amedê de çêbû.

Li gorî agahiyan, hosteseke kompanyaya Pegasusê ya balafiran di dema kar û berên rûtîn ên geştê û kontrolkirina bagajan de li hemberî hinek Kurdên kal û pîr ên ku bi Tirkî nizanin nijadperestî kiriye û ji wan re gotiye “Ev der Tirkiye ye û hûn neçar in xwe fêrî Tirkî bikin.”

Psîkologa ji parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê Duygu Berekatogluya ku bûye şahidê bûyerê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî helwesta nijadpersetî ya hostesa Pegasusê ya li hemberî Kurdan eşkere kir û got:

“Di geşta Pegasusê ya Stenbol/Amedê de, dema em bi otobusê ber bi balafirê ve diçûn, hinek kesên kal û pîr ên ku bi Tirkî nizanîbûn hebûn.

Ji bilî çenteyên xwe yên kabîneyê, çend torbeyên din jî bi wan re bûn lê dema li gorî hejmara kesan dihat dabeşkirin, tiştekî zêde nebû.

Hostesan bi qîrîn û gefan ew kesên bitemen ji otobûsê peya kirin û wan got, yek bi yek çenteyan hildin, eger zêde bimîne em dê otobûsê nelivînin.

Mêr û jinên bitemen 3 caran bi wan kel û pelên xwe siwar bûn û peya bûn. Herî dawî ew rawestandin.

Xortek ji otobûsê peya bû û got, kel û pel ne yên min in, ez dê hildim. Hostesê bi qîrîn jê re got, tu ne ji vê komê yî, siwarî otobusê bibe.

“Ev der Tirkiye ye û neçar in Tirkî zanibin”

Êdî min jî tehemûl nekir û ez peya bûm. Min got ev mirov bi Tirkî nizanin, divê hûn bêyî qîrîn rewşê ji wan re şîrove bikin.

Hostesê li min vegerand û got, ev der Tirkiye ye, Tirkî zimanê hevpar e, neçar in zanibin.”

“Divê wergerek ji bo Kurdî hebe”

Psîkologa Amedî ameje bi diyaloga xwe ya li gel hostesa Pegasusê û nijadperestiya wê jî kir û got:

“Min jî jê re got eger em Îngilîz bûna we dê zimanê hevpar ferz nekira, ne wisa? Hûn ew qasî rêwiyên Kurd dibin eger mirov ji we fêm nakin, ne şert e hûn zanibin lê divê hûn wergêrekî Kurdî amade bikin.

Wê jî got mecbûriyeteke me ya wiha nîne, bila fêrî Tirkî bibin. Piştî wê, berpirsekî ku alozî dît hat û pirsgirêka bagaja zêde ji holê rabû.

Yanî, pirsgirêkeke ku nikarîba bihata çareserkirin nebû.”

“Ez nijadperestiya karmendên balafirgehê fêm nakim”

Duygu Berekatogluyê derbarê bûyerê jî nerazîbûn nîşan da û got:

“Ez ji qaîdeyên geştê yên derbarê sînordarkirina bagajan fêm dikim, her wiha fêm dikim ku nabe bagaja kesekî din bê rakirin.

Lê ez ji nijadperestiya karmendên balafirgehê û kompanyayên hewavaniyê, ferzkirina ziman û bênezaketiya wan fêm nakim.”

“Karmendên xwe perwerde bikin”

Berekatogluyê di dawiya peyama xwe de bang li kompanyaya Pegasusê jî kir û got:

“Bi nerîna min, divê hûn karmendên xwe li ser mafên mirov û dan û standina bi rêwiyan re perwerde bikin û ji bo geştên herêmên Kurdan wergêran amade bikin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 137 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:21:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x