Sîsî hişyarî da Tirkiye û hikûmeta Lîbyayê

Serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî di gotarekê de hişyarî da Tirkiye û hikûmeta Wîfaqa Niştimanî ya Lîbyayê û got, her êrîşek ji aliyê grûpên ser bi Trablûsê bo ser bajarê Sirtê were kirin, bezandina xeta sor e û wiha dike Misir bi awayekî rasterast destwerdanê di nav karûbarê Lîbyayê de bike.

21.06.2020, Paz - 08:48

Sîsî hişyarî da Tirkiye û hikûmeta Lîbyayê
Nuçe Belav bike

Serokê Misrê ragihand ku niha rewatiya şandina artêşa xwe bo Lîbyayê heye û dixwazin bi vê rêyê sînorên xwe yên ligel Lîbyayê biparêzin û herwiha rê li ber êrîşên ‘grûpên terorîst’ bigrin.

Serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî di gotarekê de hişyarî da Tirkiye û hikûmeta Wîfaqa Niştimanî ya Lîbyayê û got, her êrîşek ji aliyê grûpên ser bi Trablûsê bo ser bajarê Sirtê were kirin, bezandina xeta sor e û wiha dike Misir bi awayekî rasterast destwerdanê di nav karûbarê Lîbyayê de bike.

Serokê Misrê ragihand ku niha dewleta Misrê bo her destêwerdaneke rasterast, rewatiya navdewletî wergirtiye û armanca wê jî vî karî parastina sînorê ligel Lîbyayê û herwiha rûbirûbûna grûpên terorîst e li vî welatî.

Serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî dibêje, “Bo her destêwerdaneke rasterast, niha dewleta Misrê rewatiya navdewletî wergirtiye, çi di çarçoveya bendên Neteweyên Yekbûyî de be, yan li ser bingehê take desthilata hilbijartî ya gelê Misrê be. Armanca vê destêwerdanê jî bo parastina sînorên rojavayê Misrê dibe ligel stratejiya rûbirûbûna gefên milîşiyayên terorîst û herwiha çeteyan.”


 

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 582 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:11:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x