Me bi salan got û nivîsî, lê piraniyê bawer nekirin ku dameziradina pkk ji bona tunebûna Kurdan bûn. Niha bi zelalî, rêberên dewleta tirk, pkk û DEM êdî vê bê tirs û bi eşkereyî dibêjin ku mafekî kurdan heye, ew jî divê koletiya tirkan bikin.
Yên vê dizanin û nabêjin, berjewedîperest û bê ehlaqin.
Yên vê fêm nakin û govendê digerînin, nizanin ku ev govenda tunebûna wan e.
Partî û rêxistinên ji xwe re dibêjin em kurdistanîne û hêzên xwe nekin yek, sûcdarê herî mezin ew bi xwe ne.
Rewşenbîrên li hember vê pêvajoyê bê dengbin, ew nabin rewşen bîr.
Kurdno!!!
Em li bakurê Kurdistanê li ber qedandinê ne. Divê partiyên me dest bidin hev. Mil bi mil, li hemberî tiştên dixwazin bînin serê gelê me ê bakurê Kurdistanê, bibînin û vê pêjavoyê baş bixwînin.
Roj roja bratî û hevgirtinê ye. Di van rojên planên tunebûna kurdan tê misogerkirin. Bê dengî û li dij vê nederketandin, te diqedîne.
Di sedsaliya Lozanê de, te diqedînin. Roj roja bratî û hevgirtina kurdan e. Dem û zeman diherike, di nava vê herikandinê de, tu tune dibe.Lîstik û planên li ser navê aşitiyê tê kirin, di bingehê xwe de tunebûna te ye.
Piştî avakirina komara tirkan jî li hember wê gelek serîhildan û berxwedan ji aliyê kurdan ve hatin kirin. Lê ji wan yek jî bi serneket. Çima?
Sedema nebiserketina serîhildanên kurdan li bakurê kurdistanê ew bû ku wê demê di nava eşîr, axa û êlên Kurdan de yekîtî û bi hevre li hember zilma Kemalîstan derketandin tune bû. Heger wê demê eşîr û êlên kurdan li hevbana bi alîkariya brayê xwe ve rabûbana ewên jî weke her miletî bibûna xwedî welatê xwe.
Dema em li dîroka kurdan dinerin û dibînin ku berê êl, eşîr, axa û malbatên mezin ne lihev bûn. Loma jî hemiyan bi hevre wenda kirin.
Îro jî di nava rêxistin û partiyên me yên kurdistanî de ew yekrêzî, tifak û yekitiyeke li ser hîmê neteweyî tune ye. Dema ku ev tune be wê hin li ser navê kurdan, lê li dij berjewendiyên wan di nava kar û xebatê de bin. Weke DEMê û pêşkêşên wêyên ne Kurd
Çawa ku di Lozanê de li ser navê kurdan, bi destên hin kurdan, kurd hatine firotin, bê maf û heq man. Îro jî li gor nerînên Evdila (yên dewletê bixwe ne) û bi rêvebiriya DEMê yên ku ne kurd in, ji bona tunebûna kurdan di nava hewldanan de ne.
Ji bona vê jî civîn, konferans û meşan, çi li Kurdistanê û çi jî li ewropa pêk tînin da ku mesele kurdan qaşo li ser navê aşitiyê biqedînin. Ev jî di gelek waran û bi awayekî berfireh tê meşandin.
Heger li hember vê partî û rêxistinên me, hev negirin, yekitî û hevkariyeke baş dinava xwe de nexuliqînin, êdî tu sed sal jî nema dikare kurdan ji tunebûnê azad bike.
Divê çi bê kirin?
Çawa ku niha li ser destê DEMê ji bona tunebûna kurdan civîn, konferans, panel û bernameyên televizyonan têne kirin. Divê kurdên me jî vî tiştî bikin ku ev lîstikek nû ye û Lozana duda ye ku bi kurdan bidin zanîn.
Bêdengiya li hember vê, tunebûna kurdan misoger dike. Loma jî karê sereke û bi lez divê bê kirin ew e ku yekitî û bi hevre karkirina partîyên kurdistanî û beşdarbûna nava wan ya kesên zana û serbixwe ye.
Li hember lîstika mezin ya ku DEM dimeşîne, bê dengî, dibe sersedema ku bi zanetî an bi nezanê piştgiriya vê pêvajoya tunebûna kurdên bakurê Kurdistanê ye.
Divê em zûtirîn demê li xwe hay bibin, dest bidin hev, mil bi mil, dil bi dil li hember vê pêvajoya lîstika tunebûna kurdan rawestin. Em li bakur, li gor rênîşandana Evdila û li ser destê rêvebirin DEMê yên ne kurd, diqedin.