Dema civîna Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê û Heyeta Îmraliyê diyar bû

Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ragihand ku Yilmaz Tunç dê roja îniyê bi Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê re bicive.

15.04.2025, Sal - 10:30

Dema civîna Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê û Heyeta Îmraliyê diyar bû
Nuçe Belav bike

Xebatên pêvajoya nû û çekdanîna PKKyê berdewam dikin.

Wezareta Dadê ya Tirkiyetê ragihand, Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç û Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê dê roja 18ê Nîsanê saet 14:00ê bicivin. 2ê nîvro dicivin.

DEM Partiyê jî derbarê civînê ragihand ku 4 parlamenterên wan dê beşdarî civîna bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê re bibin.

DEM Partiyê di daxuyaniyê de got:

“Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan û Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezai Temelli bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re dicivin.”

Mijarên hevdîtinê

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê jî ragihand ku ew dê di civînê de mijarên yasayî yên pêvajoya nû, yasaya bicihkirina cezayê û serenavên din ên pêvajoyê bêne gotûbêjkirin.

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku Sirri Sureyya Onder û Pervin Buldan pêk dihat roja 10ê Nîsanê li gel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan civiyabû û biryar hatibû dayîn ji bo derxistina yasayên pêwîst ên ji bo pêvajoya nû li gel Wezîrê Dadê civîn bê kirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 87 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:32:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x