“Heta ku dewleta Kurdistanê ava nebe, di rojhilata navîne de bila kes behsa aşitiyê nekin. Divê miletê kurd ji serxwebûnê re amade bin.“ Serok Mesûd Barzanî. Li gor min ev mizgîniya serxwebûna Kurdistanê ye.
Dewlet xwedî îmkanên zêde û agahdariyên berfireh in. Loma jî ew dikarin bi çend salan pêşiya xwe bibîne. Dewleta tirk jî dît ku êdî Kurdistana serbixwe tê ragihandin. Ragihandina Kurdistaneke serbixwe jî tê wateya ku wê êdî pkk nikaribe li qandîlê ango li başûrê Kurdistanê bisekine. Dê weke berê nikaribe şerê desthlata başûrê kurdistanê bike û pêşmêrgeyên qehreman bikuje.
Ji ber ku dema tu bibe dewlet. Divê tu bikaribe erda xwe, sînorê xwe jî biparêze. Dewletbûn îmkanên mezin dide rêberên gel ku bikaribe miletê xwe bi aramî û aşitî bi rêve bibe. Loma dema rêvebirên dewlet tirk dîtin ku di demeke nêz de, wê Kurdistaneke serbixwe bê ragihandin. Tirsiyan ku bi temamî têk herin. Ji ber wê bû ku bi lez û bez daxwaz ji pkk ya xwe kir ku bê şert û merc çekên xwe deyne.
Sedem ji vê jî ew e ku li gor gotina Yalçin Kuçuk ku gotibû: “Em ê kurdên xwe nedin Barzaniyan“. Dîtin û fêm kirin ku başûr dibe serbixwe û rojhilata Kurdistanê jî dê otonomî ya Federasyonê bi dest bixe. Fêm kirin ku bi desxistineke weha wê zilamên wan yên rêvebirên pkk ne, zerarek mezin bibînin. Ji ber vê bû ku bi lez û bez daxwaza çek berdanê ji wan kir,
Dewleta tirk bi vê helwesta xwe him wê zilamên xwe yên rêvebirên pkk ji xeteran xilas bike û him jî ew û pkk wê şanoyeke nû bilîzîn, da ku kurdên bakurê Kurdistanê li ser navê aşityê bixapînin û têk bibin.
Qeneta min ev perda talî ya şanogeriya ku pkk û dewlet li ser dike kurdistanê dilîstin. Ango baş fêm kirin ku êdî ewên nikaribin weke berê hespên xwe li ser axa kurdistanê bi azadî û rehetî bidin bezê.
Astengiya li pêşiya wan jî ew e ku di demeke ne zêde dûr de başûrê kurdistanê dighêje serxwbûna xwe. Di dewleteke serbixwe de jî cîran û hin dewletên din nema dikarin bikevin nava erda wan.Wê nema bikaribin çekdarên xwe li welatekî azad û serbixwe bêhêlin.
Dema zilamê dewleta kûr ya tirk dewlet Bahçelî ev dît. Yek ser bû melekê aşitiyê(!). Sedema vê û leza wî jî ew bû ku divê bê ku zilamên wan yên rêvebifên pkk zerarek mezin bibînin, wan bi xapandina çekberdanê ji xeteriyan rizgar bike.
Ha êdî wê plana dewleta dagirker ya tirk çibe? Plan diyar e. Fêmkirin ku başûr û rojava ji destê wan çû. Loma jî wê êdî bi hemî hêz û qawetên xwe nehêliin ku kurdên bakurê Kurdistanê bighêjin tu mafekî. Ji xwe ev li ser navê Evdila dane diyarkirn ku tu daxwaza pkk tune be û tune bû.
Me bi salan got û nivîsî. Lê mirîdan bawer nekirin. Yên li ortê jî bûn di erê nayê de bûn. Ji ber vê têkiliyên xwe ji pkk qut nedikirin. Bawer dikirin ku wê pkk bi serbikeve da ku ew jî têra xwe bixwin. Lê êdî her tişt zelal û eşkere bû.
Wêraniya pkk anîye serê gelê kurd heta 50 salan jî zehmete ku bê serastkirin. Ji ber ku pkk civata ku bi xwe re mezin kirine, bê ziman kor û kerr in.
Kurdno êdî hûn jî bê tirs û xof rabin. Destên xwe dirêjî wan gerilayên ku pkk ji bona tirkiyek bi hêz bi kar dianîn. Ew zarokên me ne. Ji bona kurdistaneke serbixwe derketibûn serê çiyan, lê kar û berxwdanên wan ji bona tirkiyeke xurtir bû.
Hêvîdarim ku wan gerîlayên hêja dilsozên Kurdistana xwe jî zû werin ser hêşin xwe, zincîrn koledariya pkk biqetînin. Bila ji niha û pêde ew helwestên xwe yên Kurdistanî nîşan bidin, da ku em jî bikaribin xwedî li wan derkevin, wan bi tenê nehêlin.
PKK ya ji bona tirkiyeke bi hêztir û xurtir hatibû damezrandin. Erk û wazifeyên xwe baş pêk anî. Wê, weke nav xwe fesih bike, lê wê bi navekî din û di warê qaşo demokratîk dest bi xebatên xwe ya tirkiyeke bi hêztir û xurtir kar û xizmetên xwe berdewam bike.
Divê em jî, kurdên din hêz û qswetên xwe bikin yek da ku em jî bikaribin bi hevre Kurdistana xwe ya pkk wêrankiribû azad bikin.
Kurdno netirsin êdî hûn ne bi tenê ne. Êdî dewleteke me ya serbixwe jî tê ragihandin. Em êdî xwedî hêz û qawetin. Pişta me saxlem û berê me berbi azadiyê ve ye. Barzaniyên ku sîwana xwe ya parastin, azadî û serxwebûnê li devera Barzan vekiribûn, li bin wê de yekitiye heyşt eşîretan pêk anîbûn, îro sibê dibin xwediyê kurdistana serbixwe û piştgiriya hemî perçên ne azadkirî bike…
Ji bona me kurdên bakurê Kurdistanê jî sîwaneke weke ya Barazaniyan lazim e. Zûtirîn demê di bin siwaneke neteweyî de yekitya gelê me li bakurê Kurdistanê dê plana dewletê û ya pkk têk bibe. Divê em bi yekitiyeke xurt, bi alîkarî û piştgiriya serok Barzanî dest bi tekoşîneke bê xwîn û demokratîk ku mafê kurdan ê rewa tê de misoger be, bikin.
Demên berê şoreşgerên tirk û hin yên kurdan digotin: Heta Filîstin negihêje azadiya xwe di rojhilata navîn de aramî û aşitî nabe. Lê serok Barzanî îro ew guherî û dibêje: “Heta ku dewleta Kurdistanê ava nebe, di rojhilata navîne de bila kes behsa aşitiyê nekin. Divê miletê kurd ji serxwebûnê re amade bin.“ Serok Mesûd Barzanî.
Bûbê Eser