Pêçandina birînên Helebçe ji yekrêziya miletê Kurd derbaz dibe.

Em Helbçe ji bîr nakin, wê roja 16 Adar 1988 tim u tim di bîra me da bimîne. Pêçandina birînên Helebçe ji yekrêziya miletê Kurd derbaz dibe.

16.03.2019, Cts - 05:47

Pêçandina birînên Helebçe ji yekrêziya miletê Kurd derbaz dibe.
Nuçe Belav bike

Berî 31 salan wek îro, rejima BAAS bi çeken kimyayî hêriş bir ser bajarokê Helebçe. Di ev hêrişa hane de 5000 Kurd hatin kûştin û bi hezaran kes jî brîndar kirin.

Her çend, bi gor yasa û destura navdevletî, bikaranîna çeken kimyayî qedexe jî bu, lê dîsan rejima Bexdayê bê tirs li ber çavên hemu cihanê qetlîamek mezin çêkir. Cîhan dîsan bêdeng mabu.

Hinek welatên NATO, wek Amerîka dixwestin bi biryara Neteweyên Yekgirtî tawana dîktatorê Bexdayê Saddam Hisên şermizar bikin, lê welatên Sosyalist serî de Yekitiya Sovyetê û welatên “misilman” û Ereb rê li ber wan girtin.

Îro netewa Kurd, li beramber heman metirsiyê da ye. Welatên xêrnexwaz ji herêma Rojhilata-Navîn bi hemu hêzên xwe rê li ber destkeftên miletê Kur li hemu parçeyên Kurdistanê digrin.

Di rewşekî usa de; Erkê partî û hemu hêzên Kurdistaniyan ev e, ku rastiya netewa Kurd bibinin û jibona yekîtî û yekrêziya miletê Kurd bixebitin. Kurd tenî bi vî hawayî dikarin rê li ber metirsî û Helebçeyên nu bigrin.

Em Helbçe ji bîr nakin, wê roja 16 Adar 1988 tim u tim di bîra me da bimîne. Pêçandina birînên Helebçe ji yekrêziya miletê Kurd derbaz dibe.

Mehmet Emin KARDAŞ

Serokê Giştî ya PDK-T

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1122 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:34:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x