PSK: Halepçe Hêj Dinale

Banga me bo Hikumeta Herêmê Kurdistanê, partî û rêxistinên Kurdistan û dem û dezgeyên sîvîl yên ku li derwayê welat kar û xebatê dikin, ev e ku bona nasandina 16ê Adarê wekî roja piştgiriya gelê Kurd, di qada navnetewî da bi hevra hewl bidin, kar û xebat bikin.

16.03.2019, Cts - 05:52

PSK: Halepçe Hêj Dinale
Nuçe Belav bike

Li ser êrîşa rejîma nijadperestê BAAS bi çekên kîmyewî bo ser Halepçe 31 sal derbas bûn.

Karesata Halepçe beşek e xwinavî ya plana Enfalan, ku ji bona jenosida gelê Kurdistana Başur hatiye amade kirinê.

Hinek berpirsên rejîma BAAS, ku qetlîema Halepçe amade û ci be kirinê, hatine destnişan kirin, hatine girtin û paş dadîgeh kirinê hatine îdam kirinê.

Lê belê Halepçe hêj birîndar e, birîna wê sarij nebûye.

Ji ber ku;

Hemu berpirsên qetlîamê, bi taybetî yên derweyê, ku bona çêkirina çêkên kimyewî alikariya rejîma BAAS kirine nehatine destnişan kirinê,

Dewleta Iraq û berpirsên rejîma BAAS di dadigehên navnetewî da wekî tawanbarên mirovî nehatine dadîgeh kirinê,

Mahkemeya Iraqê biryar dabû, ku qetlîema Halepçe tawanê mirovî ye, lê belê hikumeta vê welatê, biryara dadîgehê cî be cî nake, doz di dadîgeha navnetewî a tawana mirovî da tomar nekiriye,

Gelê kurd daxwaz ji Yêkitiya Miletan kir û xwast ku 16ê Adarê, wekî roja xebat dijî çekên kimyewî û piştgirî li gelê Kurd îlan bike, lê Koma Milletan guhê neda daxwaza hanê,

Hikumeta Iraqê, bona çareser kirina pirsgirêkên derunî, civakî, sexlemiyê, û jîngehê, ku 31 sal berdewam e û wê bi salan jî berdewam dibe, gavên micid neavêtiye.

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan carekî dinê jenosîda Halepçe protesto dike û serxweşiya xwe pêşkeşê qurbaniyên Halepçe dike.

PSK banga Hikumeta Herêma Kurdistanê, partî û rêxistinên siyasî yên Başurê dike, ku ji bona

çareser kirina pirsgirêkên Halepçeyê şehid, bona dadîgeh kirina nokerên herêmî, ku şirîkê qetlîemê bûne bi hevra kar bikin.

Banga me bo Hikumeta Herêmê Kurdistanê, partî û rêxistinên Kurdistan û dem û dezgeyên sîvîl yên ku li derwayê welat kar û xebatê dikin, ev e ku bona nasandina 16ê Adarê wekî roja piştgiriya gelê Kurd, di qada navnetewî da bi hevra hewl bidin, kar û xebat bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1076 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:26:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x