Keştiyeke ku 200 koçber tê de bûn winda ye

Li derdora giravên Kanaryayê keştiyeke ku 200 koçber tê de bûn winda bû ku ji bajarê Kafountine yê Senegalê bi rê ketiye.

10.07.2023, Pts - 05:58

Keştiyeke ku 200 koçber tê de bûn winda ye
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku tîmên rizgarkirinê yên Îspanyayê li keştiyeke koçberan a winda digerin ku herî kêm 200 kes tê de bûn, keştiya navborî zêdetirî hefteyekê ye winda ye.

Li gorî nûçeya BBCyê keştiya ku li derdora giravên Kanaryayê winda bûye ji bajarê Kafountine yê Senegalê bi rê ketiye.

Dûrahiya di navbera Tenerife û Kafountine de nêzîkî 1700 kîlometreyan e. Li gorî rêxistina alîkariyê Walking Borders, di keştiyê de hejmareke zêde ya zarokan jî hebûne.

Di salên dawî de di hejmara koçberên ku bi keştiyan ji Rojavayê Afrîkayê diçine giravên Kanarya yên Îspanyayê de zêdebûneke mezin heye. Li gorî ajansa nûçeyan a Îspanyayê Efe, keştiya koçberan di 27ê Hezîranê de ji Nîjeryayê derketiye. Hat ragihandin ku firokeyek jî beşdarî xebatên lêgerînê bûye.

Keştiya koçberan a ku li peravên Yunanistanê binav bibû û tê texmînkirin ku 750 koçber tê de bûn, di salên dawî de wekî qezaya herî mezin a di deryayê de hat tomarkirin.

Saziyên Neteweyên Yekbûyî texmîn dikin ku bi qasî 500 kesan heta niha jî winda ne.

Rêya Rojavayê Afrîkayê ku koçber ji wir ber bi giravên Kanaryayê ve diçin, yek ji rêyên ku herî zêde koçber lê dimirin e. Herikînên xurt ên Atlantîkê yên li wir dikarin keştiyan biqulibîne. Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku par li wir herî kêm 559 kes mirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 185 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:38:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x