Koçberên ji Rojavayê Kurdistanê dixwazin ji Sûdanê bêne derxistin

Ji 15ê nîsanê ve li Sûdanê şer e û hejmarek welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li wir asê mane û bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Xweser dikin ku bi hawara wan ve biçin, wan ji Sûdanê derxînin.

23.06.2023, Cum - 06:17

Koçberên ji Rojavayê Kurdistanê dixwazin ji Sûdanê bêne derxistin
Nuçe Belav bike

Tevî ku gelek caran agirbestên rawestandina şer jî tên ragihandin lê ev zêdetirî 2 mehan e, şer û pevçûn li Sûdanê berdewam in, piştî destpêkirina wî şerî piraniya welatên cîhanê welatiyên xwe ji wî welatî derxistin. Heta niha jî bi hezaran welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li Sûdanê ne, gelek ji wan nikarin ji wî welatî derkevin.

Hejmarek welatiyên Rojavayê Kurdistanê li bajarê Dingile ê bakurê Sûdanê ne, ew dibêjin piştî zêdetirî 2 mehan ji şer rewşa wan gelek xirab bûye.

Koçberekî ji Rojavayê Kurdistanê yê ku li Sûdanê ye Mihemd Ebo rewşa xwe anî ziman, “Banga me li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Sûriyê ku ji me re çareseriyekê bibînin, rewşa milet gelekî xirab bûye. Gelek kes hene li vir asê mane, nikarin derkevin herin. Kelûpel biha bûye rewş gelekî xirab bûye. Piraniya wan xelkê Kobaniyê ne.”

Zarok jî ji ber şer nikarin biçin dibistanan, daxwaz dikin ji wî welatî bên derxistin.

Zaroka ji Rojavayê Kurdistanê ku li Sûdanê asê maye Aljîn Hesen got, “Em li Dungil a Sûdanê ne û dixwazin ji Sûdanê derkevin, herine Kurdistanê.”

Li gorî amarên Hikûmeta Sûdanê, berya şerê li wî welatî nêzîkî 100 hezar welatiyên Sûriyê li Sûdanê bûn, Balyozxaneya Sûriyê li Sûdanê jî behsa 30 - 40 hezar welatiyên xwe li Sûdanê dikir.

Heta niha Rêveberiya Xweser 341 welatî bi riya 3 balefiran ji bajarê Bûr-Tsûdan vegerandine Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê.

Hikûmeta Sûriyê jî 393 welatî bi riya du balefiran gihandine Şamê, herweha bi sedan welatiyên din bi alîkariya Cezayir û Urdinê ji Sûdanê derxistine.

Şerê li Sûdanê ji 15ê nîsana îsal ve di navbera Artêş Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Bilez de derketiye û heta niha zêdetirî 1800 kes hatine kuştin, di nav de 18 ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û bi milyonan kes koçber û derbider bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 209 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:26:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x