Amerîka daxwaz dike Tirkiyê endambûna Swêdê di NATO de qebûl bike

Li gel nêzîkbûna dema Lûtkeya bê ya NATOyê, Washington dixwaze hewlên xwe bo bi endambûna Swêdê li vê hevpeymaniyê zêdetir bike.Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka li Stokholmê ragihand ku ew daxwazê ji hevpeymanên xwe Tirkiye û Macaristanê dikin di zûtirîn dem de daxwaziya Swêdê pesend bikin.

20.04.2023, Per - 08:15

Amerîka daxwaz dike Tirkiyê endambûna Swêdê di NATO de qebûl bike
Nuçe Belav bike

Amerîka daxwazê ji Tirkiye dike heta Tîrmehê daxwaziya Swêdê bo endambûna li NATOyê pesend bike.

Li gel nêzkbûna dema Lûtkeya bê ya NATOyê, Washington dixwaze hewlên xwe bo bi endambûna Swêdê li vê hevpeymaniyê zêdetir bike.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin got: “Destpêkê we pêngaveke mêrxasane û dîrokî avêt bo hûn bibin endamê NATOyê, bo vê yekê jî piştîvaniyeke temam û xurt a Amerîkayê bo we heye. Me vê dawiyê pêşwazî li Finlandayê kir wek 31emîn endamê NATOyê. Çavê me jî li wê yekê ye di demeke nêzîk de pêşwaziyê li Swêdê bikin wek 32emîn endam. Bi zelalî jî çavê me li wê yekê ye di Lûtkeya bê ya NATOyê di Tîrmeha bê de ev kar bê kirin. Lewra em daxwazê ji hevpeymanên xwe Tirkiye û Macaristanê dikin di zûtirîn dem de daxwaziya Swêdê pesend bikin.”

Biryar e di 11 û 12ê Tîrmeha îsal de li bajarê Vilniusê paytexta Lituania, Lûtkeya bê ya NATOyê bê kirin û tê çavrêkirin jî di vê lûtkeyê de çarenivîsa Swêdê bê yekalîkirin.

Wezîrê Drve yê Finlandayê Tobias Bilestrum jî got: “Em hatine vexwendin û piştîvaniyeke zêde bo me heye, û rojane em pêşwazîkrinan ji hevpeymanên xwe li NATOyê dibihîzin, lewra em pêşwaziyê li Swêdê dikin bo bibe endam. Em hêzeke dewlemend û perwerdekirî pêşkêşî NATOyê dikin. Herwiha dibin dabînkarê asayîşê bo vê rêxistinê, ev yek jî bi wê watayê tê, ku em hêvîdar in di lûtkeya bê ya NATOyê de li Vilniusê bikevin nav NATOyê.”

Hemû çavê wan li Tirkiye ye bo yekalîkirina pirsa bi endambûna Swêdê li NATOyê û Tirkiye jî mijûlî hilbijartinan ne, ku biryar e di 14ê Gulana bê de bên kirin, tê pêşbînîkirin heta dawiya hilbijartinan jî daxwaziya Swêdê ji aliyê Enqere ve neyê yekalîkirin, ku Swêdê bi piştîvanîkrina PKKê tohmetbar dike, û daxwaz ji Swêd û Finlandayê kiribû zêdeyî 130 daxwzkiriyan radestî wê bikin, lê Enqere ragihand Finlandayê daxwaziyên wê cîbicî kirine û Swêde ew yek ne kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 384 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:05:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x