Amerîka: Şewitandina Quranê çalakiyeke bêrêziyê ye

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price ragihand ku şewitandina Quranê li pêş Balyozxaneya Stockholmê ya Tirkiyê tevgereke bêrêziyê ye. Price anî ziman ku ev kiryar ne çalakiya hikûmeta Swêdê ye, lê çalakiya provokatorekî xerab e ku bi mebesta di navbera Tirkiye û Swêdê de derzeke veke kiriye.

24.01.2023, Sal - 09:49

Amerîka: Şewitandina Quranê çalakiyeke bêrêziyê ye
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di civîna rojnamevanî ya rojane de axivî û bersiva pirsa li ser şewitandina Quranê li pêş Balyozxaneya Stockholmê ya Tirkiyê da.

Ned Price amaje bi wê yekê kir ku şewitandina Quranê tevgereke bêrêziyê ye û got: “Em wek hêmanên demokrasiyê piştgiriyê didin mafê rêxistinbûn û kombûnê. Lê wek sSrokwezîrê Swêdê (Ulf Kristersson) got, şewitandina pirtûkeke ku ji bo gelek kesan pîroz e, bêrêzî ye.”

Price anî ziman ku her tişta qanûnî nayê vê wateyê ku her tişt guncan e, û got: “Em herwiha dizanin ku tişta ku li Swêdê qewimî, dibe ku bi mebestek xirab hatibe kirin ku ji bo lawazkirina yekîtiya di navbera hevalbendên me yên Ewropî.”

Li ser pirseke rojnamevanekî Tirk, ku pirsî çima hûn şermezar nakin, Price wiha bersiv da: “Tişta li wir qewimî kes naparêze. We heman tişt ji rayedarên payebilind ên Swêdê bihîst. Di demokrasiyê de azadiya kombûnê heye. Azadiya raderbirînê heye û ev azadiya raderbirînê carna mafî dide ku mirov bêrêz bibe û tiştên ne di rê de bikin.”

Piştre nûçegihan AAyê ji Price pirsî “We di vê mijarê de her cure îfade bi kar anîn. Te got bêrêzî û te got nefret e, lê te şermezar nekir. Heta Rûsyayê jî ev yek şermezar kir. Çima hûn vê kiryara nefretê şermezar nakin?”

Di bersiva xwe de Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê got: “Ez dii şermezarkirina vê kiryarê de dudilî nabim. Weke ku min berê jî got, ev karekî nefretê ye.”

Price di heman demê de destnîşan kir ku “ev kiryar ne çalakiya hikûmeta Swêdê ye, lê çalakiya provokatorekî xerab e ku bi mebesta di navbera Tirkiye û Swêdê de derzeke veke kiriye.”

Bi gotina Price Swêd û Fînlandiya ji bo tevlî NATOyê bibin amade ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 409 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:46:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x