Amerîkayê li ser şewitandina Quranê daxuyanî da

Wezareta Derve ya Amerîkayê têkildarî bûyera şewitandina Quranê ya li Swêdê ragihand, ew şewitandina Quranê protesto dikin û gelek ji wê kiryarê dilgiran in. Derbarê endamtiya Swêdê ya di NATOyê de jî dibêje, “Dem dema avêtina gavan e jibo ku Swêd bibe endama NATOyê.”

30.06.2023, Cum - 13:09

Amerîkayê li ser şewitandina Quranê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller derbarê bûyera şewitandina Quranê li Swêdê û bandora wê bûyerê li ser helwesta Tirkiyê ya li bermaber endamtiya Swêdê ya di NATOyê de bersiva pirsên Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya li Waşingtonê, Diyar Kurda da.

Matthew Miller ji Rûdawê re got, ew bûyera şewitandina Quranê ya li Swêdê şermezar dikin û ew “gelek ji wê kiryarê dilgiran in.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kir, şewitandina Quranê jîngeheke tirsê çêkiriye ku bandorê li şiyana misilman û endamên din ên kêmîneyên olî dike ku mafê xwe yê azadiya derbirînê li Swêdê bikar bînin. Wî rayedarê Amerîkî herwiha destnîşan kir, di heman demê de Amerîka piştgiriya azadiya derbirînê û mafê xwepêşandanên aştiyane jî dike weke prensîpa demokrasiyê, herwiha Amerîka piştgiriya azadiya olî ji bo her kesî jî dike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller wiha got: “Ez dibêjim, em şermezar dikin û em ji vê yekê pir bi fikar in. Bê guman, Dewletên Yekbûyî piştgirî dide azadiya raderbirînê û mafê kombûna aştiyane ku bingeha demokrasiyê ye, lê em di heman demê de piştgiriyê didin azadiya ol û ramanê ji bo her kesî. Her wiha em di wê baweriyê de ne ku dayîna destûrê ji bo xwepêşandaneke bi vî rengî piştgiriya azadiya derbirînê dike û nayê wateya piştgirîkirina çalakiyên di dema xwepêşandanê de. Ji bo afirandina jîngeheke piralî xebatek zêde lazim e, lê ez dixwazim diyar bikim ku Wezareta Dadê ya Swêdê got: 'Swêd ji bo azadiya derbirînê xwedî parastinek xurt e û polîs destûrê dide. Dema ku destûr hat dayîn xwepêşandan bi tu awayî nayê wê wateyê ku em piştgiriyê didin peyama wê'.”

Li ser bûyerê, Tirkiyê di asta Serokkomar û Wezîrê Derve de helwesteke tund nîşan daye û ragihandiye, şewitandina Quranê nayê qebûlkirin. Ji ber helwesta Enqerê, dibe ku ew bûyer bandorê li helwesta wan a derbarê endamtiya Swêdê ya di NATOyê de bike.

Têkildarî wê yekê jî, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ji Rûdawê re got: “Swêd ji bo bersivdana fikarên Tirkiyê çend gavên mezin avêtine. Em di wê baweriyê de ne ku divê ev gav ji bo ji holê rakirina van fikaran têra xwe bikin û niha dema wê ye ku ji bo endamtiya Swêdê ya NATOyê gav bên avêtin.”

Matthew Miller herwiha got, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken heftiya bihorî li Londonê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re civiyaye û mijara endamtiya Swêdê ya di NATOyê de bi wî re gotûbêj kiriye.

Li ser xwepêşandanên li Bexdayê û êrîşa xwepêşanderan bo ser avahiya Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê jî, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê wiha got: “Balyozxaneya Swêdê li derveyê navçeya navneteweyî ye, yanî li derveyî cihê Balyozxaneya Amerîkayê ye. Weke polîtîkaya me, em li ser tedbîrên ewlekariya navxweyî yên saziyên ser bi wezareta me ve daxuyaniyê nadin, lê ez dikarim bibêjim ku bandor li karê me nekiriye. Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê banga hestyariyê dike û bang li hikûmeta Iraqê jî dike ku hemû malbatên dîplomatîk biparêze.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 524 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:51:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x