Biden protokola endambûna Fînlanda û Swêdê ya NATOyê îmze kir

Serokê Dewletên Neteweyên Yekbûyî (DYA) Joe Biden protokola endabûna Fînlanda û Swêdê ya di NATOyê de pesend kir û ragihand: “Em bi rêya berfirehkirinê ve, hevpeymaniya NATOyê bihêztir dikin.”

10.08.2022, Çar - 05:14

Biden protokola endambûna Fînlanda û Swêdê ya NATOyê îmze kir
Nuçe Belav bike

Joe Biden, 9ê Tebaxa 2022yan li Washingtonê di civîneke çapemeniyê de diyar kir, deriyê NATOyê ji bo hemû welatên xwedî mercên endabûnê ne, vekirî ye.

Biden destnîşan kir, Swêd û Fînlanda xwedî hêz in û mercên endambûna NATOyê di wan de hene, hêza NATOyê û pabendbûna Amerîkayê hi hevpeymaniyê de ji berê bihêztir e.

Herwiha got: “Beriya ku ziyan bigihîje me, em rûbirûyî metirsiyan dibin, em ligel hevpeymanên xwe nexşeya siberojê amade dikin.”

Serokê Amerîkayê ragihand: “Em ê îsal çend gavan ji bo bihêzkirina welatê xwe biavêjin û rûbirûyî her destdirêjî û gefên dijminkarane bibin.”

Li ser hewldanên Serokê Rûsyayê yên ji bo biçûkkirina NATOyê, Joe Biden tekez kir ku Putin hewla biçûkkirina NATOyê dide, lê belê du endamên din jî lê zêde bûn.

Herwiha got: “Em ligel hevpeymanên xwe xeta berevaniya rojhilatê NATOyê bihêztir dikin û em dikarin li Ewropayê li hember astengiyên nû li ber xwe bidin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 336 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:08:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x